Li cihê Gulistan Tara û Hêro Behadîn lê hatin qetilkirin dar hatin çandin
Rojnamevanên jin, malbata Hêro Behadî û çalakvanên jin, bi boneya 8’ê Adarê li cihê Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin, şitlên daran çandin. Rojname Semîre Seîd got: “Em ê bibin dengê heqîqetê.”

Seyîdsadiq – Xebatkarên çapemeniya azad û têkoşer, Gulistan Tara û Hêro Behadîn li cihê ku di 23’yê Tebaxa 2024’an de di encama êrîşa balafira bêmirov ya dewleta Tirk li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê hatin qetilkirin, bi beşdariya rojnamevanên jin û çalakvanan bernameya bîranînê hate li darxistin.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li cihê ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin, bi amadebûna malbata Hêro Bahadîn, rojnamevan, çalakvan û welatparêzan, dar hatin çandin.
‘Em ê bibin dengê heqîqetê’
Rojnamevan Semîre Seîd di merasîmê de axivî û wiha got; “Pêwîst e şehîdên ragihandina azad hertim werin bîranîn, divê her tim şehîd Gulistan, Hêro, Cîhan, Nazim, Ezîz û hemû şehîdên çapemeniyê werin bîranîn. Em ê peyama 8’ê Adarê bi ruhê van şehîdan ragihînin û 8’ê Adarê pîroz bikin. Niha gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê di qonaxek hestiyar de derbaz dibe, dewletên cîhanê li ser gelê me di warê siyasî û leşkerî de siyasetên cûda didin meşandin. Bi taybet jî dijî xeta ragihandina azad êrîşên berfireh hene û dijmin ji dengê rojnamevanên azad ditirse. Ji bo wê ragihandin dibe beşek din ya hedefa dagirkeran û şehîd dikevin. Niha em ber bi 8’ê Adarê diçin, peyama Rêber Apo jî hate belavkirin, ev yek hemû di meha Adarê de tê wateya jiyanê. Divê wek Gelê Kurd em li pey peyama Rêber Apo bin, li ser bingeha vê peyamê ji bo civakek demokratîk têbikoşîn. Weke ragihandina azad em peyama şehîdan dubare dikin, em ê bibin dengê heqîqetê.”
Çalakvan Çinur Îbrahîm li qada merasîmê axivî û got; “Divê em jin şehadeta jinên azadîxwaz ji bîr nekin, divê ew hertim dibîra me de bimînin. Jiber ku ew di oxira mafê civak û dengê azadiyê de têkoşiyan û xebat meşandin. Ji bo vê dijmin hertim dixwaze dengê azad qut bike. Ev xebata wan sedema dewamkirina têkoşinê ye, em livir dibêjin divê jin li ser xebat û têkoşîna xwe bin.”
Merasîma çandina daran bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.