Li Bexdayê konferansek li ser zewaca di temenê biçûk de û encamên wê hat lidarxistn
Zewaca di temenê biçûk de yek ji sedemên xwekuştin, qetilkirina jinan û alozkirina pirsgirêkên malbatî li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, ji bo rêgirtina van tawanan konferansek li Bexdayê hat lidarxistin.
HAWJÎN ŞUKUR
Germiyan – Konferansa niştimanî ya ji bo rêgirtina zewaca di temenê biçûk de bi hevkariya sindoqa hevkariyê ya Netewên Yekbûyî, bi amadebûna nûnerên Netewên Yekbûyî, kesayetên welatên Erebî û kesayetên siyasî û civakî li Iraqê hat lidarxisitn. Derbarê konferansê de seroka Yekîneya Wekheviya Zayendî li Silêmaniyê Terîfa Ferîdûn Elî ji ajansa me re axivî.
"Zewaca di temenê biçûk de dibe sedema şîdet, lêdan û qetilkirinê"
Terîfa Ferîdûn Elî diyar kir ku di konferansê de behsa diyardeya zewaca di temenê biçûk de hat kirin û wiha got: "Rêjeya zewaca di temenê biçûk de li Iraqê ji sedî 25.5 e û li Herêma Kurdistanê ji sedî 20 e. Li Silêmaniyê jî li gorî amarên Neteweyên Yekgirtî rêjeya zewaca di temenê biçûk de bilind e û ev jî cihê nîgeraniyê ye. Di roja yekem a konferansê de çar panel hatin lidarxistin. Akademîsyen û pisporan gotar pêşkêş kirin û li ser faktorên ku bandorê li zêdebûna rêjeya zewaca di temenê biçûk de dikin nîqaş kirin. Metirsiyên civakî li ser zewaca di temenê biçûk de hene, û divê em bixebitin ku di nav ciwan û malbatan de hişyariyê bidin ku ev celeb zewac ne tendurist e. Divê zanibin ku zewaca di temenê biçûk de dibe sedema şîdet, lêdan û qetilkirinê."