Şengal – Li Şengalê ji ber zêde xwe kuştina jin û ciwanan pêngava Xwe Nekuje her xwe kuştinek fermanek e di 30 Cotmeha sala 2025 de bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatibû ragihandin. Ev pêngav demek e li Şengalê berdewam dike.
Ji bo hişyarkirina civakê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî ve belavok hatin amade kirin. Ji bo belav kirina belavoka endamên Sitiya Nexşa û mamosteyan tevlî vê çalakiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî bûn û li navçeya Xanesorê belavoka belav kirin.




