Li Îsfahanê 18 ajokarên jin jiyana xwe ji dest dan

Midûrê Emniyeta Parêzgeha Îsfahanê, ragihand ku di çar mehên ewil ên îsal de 18 ajokarên jin ên motrosîkletan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Îro Midûrê Emniyeta Parêzgeha Îsfahanê, ragihand ku di çar mehên ewil ên îsal de 18 ajokarên motorsîkletê yên jin jiyana xwe ji dest dane. Midûrê Emniyeta Parêzgeha Îsfehanê Ebdulvahab Hesenvand, diyar kir ku hinek qeza ji ber nebûna ehliyetê ji ber ku nezanîna bikaranîna motorsikletan çêbûne.

Polîsên trafîkê ehliyet nadin jinan

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dema hikûmetê di 28’ê Sibatê de ji polîsên trafîkê re talîmat daye xwestiye perwerde, ezmûn û ehliyetên motorsîkletan bidin jinan lê belê polîsên trafîkê ji ber sedemên curbecur vê biryarê bi cih neanîne û dayîna ehliyetan ji bo jinan dereng xistine.

Li gorî biryara hikûmetê, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê berpirsiyar e ku bi riya mamosteyên jin perwerdeya pratîkî ji serlêderan re mîsoger bike û ji bo dayîna ehliyetên motorsîkletan pêşîniyê bide motorsîkletên jin ezmûnan bike.

Ji bo jinan mîsogerkirina derfeta girtina ehliyetên motorsîkletê û girtina perwerdeya pratîkî, dikare bibe alîkar ku jêhatiyên wan ên ajotinê û mudaxeleya rewşa awarte baştir bibin û ji bo kêmbûna qezayan û bûyeran bi bandor be.

Ne pêkanîna qanûnan

Cîgira Seroka Karûbarên Jinan Zahra Behrouz-Azar, di daxuyaniya xwe ya 27’ê Tîrmehê de diyar kiribû ku hemû gavên qanûnî yên der barê dayîna ehliyetên motorsîkletê ji bo jinan temam bûne. Her wiha da zanîn ku hikûmet tenê li benda daxuyaniya polîsan e ka dê kengî dest bi dayîna ehliyetan bikin. Serokê polîsên trafîkê jî di rojên dawî de ragihand ku encama dawî ya li ser vê mijarê dê di demek nêz de were ragihandin.