Li Îranê zarokek bi jehrê jiyana xwe ji dest da

Xwendekarê Kamyaranê yê li Tehranê Karo Paşabadî di encama jehrîna gaza kîmyewî de jiyana xwe ji dest da.

Li Îranê zarokek bi jehrê jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan- Bûyerên jehrîkirina xwendekarên ku di serhildanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de bûne hedefa hikûmetê, roj bi roj zêde dibin. Herî dawî jî Karo Paşabadî yê ku xelkê Kamyaranê, xwendekarê dibistana Karo ya Tehranê, 3 hefte berê bi gaza kîmyayî jehrî bû.

Karo Paşabadî ku 3 hefte ye li Nexweşxaneya Mîladê di bin tedawiyê de bû jiyana xwe ji dest da.