Li Îranê jin li gorî mêran rojane 27 deqe kêmtir dema vala dibînin

Rapora Navenda Îstatîstîkên Îranê eşkere kir ku jin tevî kedxwarina di nav malê û derveyî malê de, rojane bi navînî 27 deqqe kêmtir dema vala li gorî mêran dibînin, di heman demê de nêzîkî 5 saetan ji bo karên malê yên bêpere tên xerckirin.

Navenda Nûçeyan –  Li gorî vê raporê, jin rojane bi navînî 3 saet û 48 deqe ji bo çand, werzîş, medyayê û şahiyê xerc dikin. Ji bo mêran, ev hejmar 4 saet û 15 deqqe ye. Ev tê vê wateyê ku jin li gorî mêran her roj 27 deqqe kêmtir dema vala derbas dikin.

Lê belê, cûdahiya rastîn li deverek din derdikeve holê. Jin rojane bi navînî 4 saet û 46 deqqeyan ji bo karên malê yên bêpere xerc dikin. Ji çêkirina xwarinê û paqijiyê bigre, heya lênêrîna endamên malbatê. Ji bo mêran, ev hejmar tenê saetek û 4 deqqe ye.

Ji bo jinên karker rewş dijwartir e

Rewş ji bo jinên karker dijwartir e. Tevî ku li derveyî malê dixebitin jî, barê herî giran ê karên malê hildigrin û di nav hemû komên jinan de herî kêm dema vala, para wan e. Rojê, tenê 2 saet û 49 deqe ye ev rêje.

Ev yek bi taybetî di salên zarokanînê de diyar dibe. Jinên di navbera 25-39 salî de bêtir dema xwe ji bo karên malê û kêmtir dema xwe ji bo xwe derbas dikin. Ji ber ku ew di heman demê de jiyana malbatî û lênêrîna zarokan birêve dibin.

Îstatîstîk û rastiyên heyî

Bê guman, îstatîstîk tevahiya rastiyê nîşan nadin. Jinek dikare dema çêkirina xwarinê an lênêrîna zarokên xwe, televîzyonê temaşe bike an jî telefona xwe bikar bîne. Lêbelê, ev dem nikare wekî dema vala ya rastîn were hesibandin.

Ji bo gelek jinan, pirsgirêk ne tenê kêmbûna demê ye; pirsgirêka rastîn ev e ku beşek girîng ji jiyana wan bi berdewamî ji yên din re ye. Karên malê, lênêrîna malbatê û tewar xebata serhêl jî xeta di navbera kar û bêhnvedanê de nezelal kiriye.

Daneyên ji Navenda Îstatîstîkên Îranê careke din nîşan didin ku parvekirina newekhev a karên malê yek ji astengiyên herî girîng e ku jin xwedî dema vala û jiyana kesane ya wekhev be.