Li Îranê ji bo 5 girtiyên jin qedexeya pêwendiyê

Derbarê 5 jinên ku ji ber beşdarî konferansa “Diyaloga rizgarkirina Îranê” bûne hatibûn girtin, qedexeya pêwendiya telefonê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Her roj binpêkirinên hikûmetê yên li ser girtîgehên Îranê zêdetir dibin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Ferîba Kamalabadî, Mahosh Thabit, Narges Mihemedî, Golrokh Îraî û Faezeh Haşimî ji ber ku beşdarî konferansa "Diyaloga rizgarkirina Îranê" ya ku di meha Nîsanê de hatibû lidarxistin bûne, hatibûn girtin. 5 jinên li Girtîgeha Êvînê girtî ne, mafê hevdîtina telefonê ji wan re hat astengkirin.

Gelek siyasetmedar û çalakvan beşdarî konferansa “Diyaloga rizgarkirina Îranê” bûbûn û peyamên girtiyên siyasî li ser tora dîjîtal a “Clubhouse” hatibû xwendin. Dezgeha dadweriya Îranê derbarê konferansê de lêpirsîn dabû destpêkirin û hinek beşdar ji bo îfadedayînê gazî kiribûn û ew girtibûn.