Li Îranê di çalakiyên bîranîna Mijdarê de astengi û girtin

Li Îranê ji bo salvegera protestoyên Mijdara 2019’an ku gelek kes hatibûn qetilkirin li gelek bajaran çalakî û bîranîn tên lidarxistin. Lê belê kesên ku bîranînê organîze dikin û tevli dibin bi girtin û zextan re rû bi rû dimînin. Di nava kesên hatin binçavkirin de çalakvan Narges Mohemmedî jî heye.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê, di Mijdara 2019’an de 102 kes di encama destwerdana tund a li dijî gelê ku li dijî bihabûna li Îranê bi dehan navendan daketin qadan û bertekên xwe zêde kirin jiyana xwe ji dest dan. Îsal ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane destûr nayê dayîn. Malbatên kesên ku di çalakiyên protestoyî de hatin qetilkirin ji aliyê Yekîneyên Îstîxbarata Îranê ve tên tehdîtkirin, kesên ku çalakiyên bîranînê dikin û organîze dikin rastî zextên binçavkirin û girtinê tên.
Pasaporta wê hat desteserkirin
Duh li Qarajê, li ser gora Îbrahîm Ketabdar ê ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest da, merasîmek  bîranîne hat lidarxistin. Li gorî şahidan, polîsên bi cil û bergên sivîl kesên ku ji bo bîranînê li goristanê kom bûbûn belav kirin û kesên ku bîranîn organîze kirin jî birin navenda binçavkirinê. Yek ji kesên hatine binçavkirin aktîvîsta mafên mirovan Narges Mohammadî ye. Hat diyarkirin ku pasaporta Narges Mohammadî ya ku bi salan e zaroka xwe ya li Fransayê dijî nedîtiye, hat desteserkirin.
Malbat tên binçavkirin
Malbatên kesên ku di berxwedana meha Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane di bin zextan de ne. Hat hînbûn ku jina bi navê Ferzaneh Ansarîfar ji aliyê Îstîxbarata Îranê ve hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku gef li Farzaneh Ensarîfar hatiye xwarin û zext lê hatiye kirin ku ji bo merasîma bîranînê ya tê xwestin betal bike. Ferzaneh Ensarîfar 2 sal berê birayê xwe winda kir û tişta ku hat serê wê bi wêneyê birayê xwe yê ku winda kiriye parve kir.
Li Ahwazê 2 binçavkirin, li Behbehanê girtin 
Hat ragihandin ku hemwelatiyên ku xizmên xwe yên bi navê Amîn Moradî û Peyam Ceyhoûnî winda kirine li girtîgehên Ahwazê tên ragirtin. Birayê Mohemmed Huseyîn Qanavatî yê ku hat qetilkirin Mohsen Qanavatî jî hat girtin û şandin Girtîgeha Behbehanê.