Li Îranê binpêkirina mafan giran dibe: Binçavkirin, tecrîd û darvekirin

Tevî pêvajoya agirbestê, daneyên ji qadê û raporên mafê mirovan tên, nîşan dide ku li Îranê polîtîkayên zextê kêm nebûne, berûvajî binçavkirin, îtirafa bi zorê, tecrîd û biryarên darvekirinê berfireh bûye.

Navenda Nûçeyan – Geşedanên dawî yê siyasî û ewlehiyê yên li Îranê tên jiyîn, bi gelemperî civakê de nediyarî û ne rihetiyê zêde dike. Di siya şertên ewlehî û polîtîk ku bi lez tê guhertin de, fikarên derbarê bandora polîtîkayên hundirîn ser jiyana rojane a gel zêde dibe.

Îdiayê îşkenceyê û mirinên bi guman

Beşek ji bi dawîbûna pevçûnên leşkerî, li gel ketina pêvajoya agirbestê, herçend di qada ewlehiyê de bendewariyên başbûnê ava bibin jî, agahiyên ku ji qadê tên û raporê mafê mirovan van bendewariyan vale derdixe. Binçavkirinên girseyî, cezayên giran, darvekirinên didomin û zextên li ser kes û karên girtiyan, nîşan dide ku polîtîkayên ewlehiyê ku di dema şer de destpê kirî didome.

Hate diyarkirin ku li Şîrazê kesek ku di dema protestoyan de hatî binçavkirin, di encama îşkenceya dijwar de jiyana xwe ji dest da. Çavkaniyên mafê mirovan, kesê mijara xeberê, zoriya îtirafa bi zorê lê hatiye kirin û di bedenê wîde şopên îşkenceyê hatiye dîtin. Hate diyarkirin ku rayedar sedemên mirinan hewl didin wek ‘întihar’ eşkere bikin û di van cûreyên bûyeran de hertim ev gotin derdikeve pêş.

 Tundî û ne diyariya derbarê jinan de

Hate destnîşankirin ku di mehên dawî de, jinên dibin çavan de rastî tundiya pir alî , binpêkirina maf û zextan hatine. Hate diyarkirin ku jina Kurd a Mahabadê Şalêr Mam Qadrî, tevî nexweşa penceşêrê ye, di bin çavan de rastî tundiyê hatiye û çokê wê şikestiye. Lê belê tevî dem derbas bûye, têkildarî rewşa wê ye tenduristiyê û li kuderê tê girtin agahiyek nehatiye parvekirin.

Hate destnîşankirin ku li Şîrazê, welatiya Baheyî ev zêdeyî 10 rojane, bêyî hevdîtina malbatê û xwegihandina parêzer tê ragirtin, di bûyerdek din de jî têkildarî rewşa Şagar Gholamî agahiyên bo nakok hate parvekirin. Rayedaran diyarkirin ku bi kefaletê berdane, çavkaniyên serbixwe îfade dikin ku têkildarî aqubeta kes agahiyek eşkere nîne.

Her wiha çar jinên xwepêşander li Şîrazê hatin binçavkirin, hatin berdan, lê belê bi kelempçeya elektronîk şopandina wan didome. Li gorî pisporan berdana wan jinên ku di dema binçavkirinê de, bi çeka nêçîrê gule lê hatin berdan, nayê wateya azadiyê.

Li aliyê din biryara nû ya darvekirinê derbarê Nîloufer Esfehanî ya 18 salî de hatî dayîn, kêmaniya şefaftiya di pêvajoya darzê de û nîqaşên derbarê rewşa jinên ciwan de bû rojev.

Zextên li dijî xwendekaran didome

Xwendekar di nava beşên tên hedefgirtin de cih digrin. Li Tahran û Meşhedê binçavkirina xwendekarek 18 salî ji ber hevdîtinên civakî, hesasyeta hêzên ewlehiyê li dijî her cûrê kombûnan nîşan dide. Hate diyarkirin ku di dema binçavkirina de xwendekar hatine derbkirin, dest danîne ser telefonên wan û birine navendên ne diyar.

Hate îfadekirin ku çar ji xwendekaran, şevek di hucreyên yek kesî de borandine, rû birûyî sûcên ‘li dijî ewlehiya neteweyî kombûn û komplo’ ne. Hate îfadekirin ku sê xwendekar bi kefaletê hatin berdan, xwendekarek hê girtiye. Ev rewş bû sedemê nirxandinên derbarê hewldanên astengirina torên fikir û civakî yên serbixwe.

Binçavkirinên veşatî û binpêkirinên sîstematîk

Li gorî raporên ji çavkaniyên cûda tên, binçavkirinên veşartî, sewqên cihên nediyar, tecrîd, astengkirina xwegihandina parêzeran û pêkanînê wek bi zorê îtirafkirin bûye modelek ku dubare dibe. Hate diyarkirin ku bi taybet girtiyên mêr hê zêdetir rastî van cûrên zextan tên.

Fikarên derbarê mirinên dibin çavan de, darvekirinê ji nişka ve, bûyerên wek girtiyên demdirêj yên di şertên der mirovî de zêde dibe, kêmbûna şefaftiya di pêvajoyên darazê de, van fikaran kûrtir dike. Hate destnîşankirin ku parêzvanên mafê mirovan tabloya heye wek binpêkirinên cidî dinirxînin.