Li Wanê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî hate li darxistin

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî hate li darxistin. Di konferansê de peyama; “Li dijî qatilê qastîk, emê pergala azadiya jinê bi hevre bi hûnin.” hate dayîn.

Wan – Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi dirûşmeya “Em bi vîna jinê komînên xwe ava dikin, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad dihûnin” li Navenda Çandê ya Berîvanê ya Şaredariya Rêya Armûşê konferansa jinan li dar xist.

Di konferansê de pankarta “Em bi vîna jinê komînên xwe ava dikin, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad dihûnin” hat daliqandin û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin. Gelek jin beşdarî konferansê bûn.

Têkoşîna me ya li Curnê Reş bi 3 jinan dest pê kir, îro didome’

Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê Canan Kebenç Ozkan axivî û bal kişand ser şerê taybet û kuştina jinan û got: “Sîstema ku kujeran bêceza dihêle, civakê hildiweşîne. Wekî di bûyerên Rojîn Kabaîş, Îpek Er û Narîn Guran de hat dîtin, kujer tên parastin. Heke di van dozan de gavên hiqûqî hatibin avêtin, ev bi saya têkoşîna jinan çêbûye. Em ê li dijî kujeran, pergala azadiya jinê bi hev re ava bikin.”

Canan Kebenç Ozkan bal kişand ser serkeftina hilbijartinê û ev yek anî ziman: “Têkoşîna me ya li Curnê Reş bi 3 jinan dest pê kir, îro bi sîstema hevserokatiyê mezin bûye. Gelê Kurd bersiveke zelal da qeyûman û me 78 şaredarî qezenc kirin. Niha dema wê ye ku em li dijî wêrankirina qeyiman, xwedî li vîna xwe derkevin.”

Canan Kebenç Ozkan destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkan polîtîkayên pratîk werin afirandin û got: “Em berpirsiyar in ku civakê demokratîk bikin. Heta jin azad nebe, civak azad nabe. Em hêvî dikin ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û tevahî Kurd azad bibin.”

Piştî axaftina destpêkê konferans ji çapemeniyê re girtî didome.