Leyla Guven: Bendewariya me ji rojnamevanan ewe e ku hêviya aştiyê bigihînin civakê

Siyasetmedara Kurd Leyla Guven a li girtîgeha Sîncanê girtî ye, di nivîsa xwe ya der barê pêvajoya aştiyê de nivîsî, zimanê medyayê rexne kir û got: “Bi nûçeyên çêdikin, ziman û dîmenên didin, her roja hêrsa bi milyonan Kurdan gur dikin.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ji 22’ê Kanûna 20202’an ve girtiye. Leyla Guven ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin ji quncikê ‘Ji Pênûsa jinan’ a ajansa JINNEWS’ê re nivîsand.

Leyla Guven zimanê medyayê yê di ‘Pêvajaoya Civaka Aştî û Demokratîk’ de nirxand û da zanîn ku kanalên medyayê bi çar çavan li bende ne pêvajo xirab bibe û got: “Bendewariya me ji rojnamevanan ew e ku hêviya aştiyê bigihînin civakê.”

Nivîsa Leyla Guven wiha ye:

“Weke hûn dizanin ev salek e em di pêvajoyeke aştiyê ya ku gelek alî kedê didin, de ne. Ji bo  pirsgirêka Kurd ku sedsaleke welatê me û Rojhilata Navîn xistiye bin bandora xwe, birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi banga ‘Aştî û Civaka Demorkatîk’ perspektîfa çareseriyê bi pêş xist. Vê bangê bi hemû aliyan re hêviya aştiyê afirandiye û ji her alî piştgirî hatiye.

Di asta heyî de gelên cîhanê ji bo jiyana ku dikarin bijîn bi dengekî bilind xwe îfade dikin û modelên rêveberiya demokratîk hem ji bo xwe hem ji bo gelên din dixwazin. Em ji vê re dibêjin ‘zanebûna gel.’ ‘Zanabûna gel’ aştiyê ji bo aştiyê, şer ji bo nebaşiyê dibîne. Lê ev heqîqet, ji bo kesên ku ji şer xwedî dibin, diguhere û ji bo berjewendiyên xwe alîgiriya şer dikin. Yek ji gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn gelê Kurd, ji aliyê hinek aliyan ve tê terorîzekirin.

Di van rojên dîrokî yên li Tirkiyeyê tên jiyîn de, yên xwe weke xwediyên welat dibînin û yên şer dixwazin bêzar dikin hene. Yên ku bi salan bi alavên krîşe siyaset kirin, ên qedr û qîmetê nizanin, ên dîrokê nizanin û ji civakê qut in hene.

‘Zimanê medyayê hêrsa bi milyonan Kurdan gur dike’

Em di alî fêmkirina hinek dezgehên weşanê ku bi salan e neçar mane nûçeyên mirin, hilweşîn, êş û rondikan çêkirine, zehmetiyan dikşînin. Li gorî me ev pêvajo wê kî aştiyê dixwaze kî şer dixwaze zelal bike. Bi nûçeyên çêdikin, zimanê bi kar tînin, dîmenên bi kar tînin her roj hêrsa bi milyonan Kurdan radikin. Berê jî ji ber vî ziman û nêzikatiyê bi hezaran ciwanên Kurd berê xwe dan çiyayan; gotin ‘em ê çawa bi vana re bijîn’.

‘Hinek kanalên medyayê bi çar çavan li benda xirabûna pêvajoyê ne’

Îro em ji dîrokê dersên rast derdixin û ji bo ev banga dîrokî ya ji bo jiyana wekhev û azad pêşniyar dike, bikeve jiyanê em hewl didin. Lê hinek saziyên çapemeniyê bi çar çavan li benda xirabûna pêvajoyê ne, li şûna rola dîrokî bigrin ser xwe rola neyînî dilîzin. Daxwazeke biçûk a gelê Kurd hem a di cih de bi gotinên manîpule yên wekî ‘ka bazar tunebû?’ hedef nîşan didin.

Alerjiya ji Kurdan

Em dizanin ku ev alî pêvajoyên pevçûn û çareseriyê yên li welatên din hatine jiyîn dizanin. Nûçe û bernameyên çêdikin dema ku dubare temaşe bikin wê nakokiyên xwe bibînin. Mînaka şênber em bibêjin, dema nûçeyên der barê Hamasê ku îdia dike ji bo Fîlîstînê têdikoşe û HTŞ’a ku îdia dike ji bo gelê Sûriyeyê têdikoşe, çêdikin, bi zimanê bikar tînin cuda ye dema nûnerên tevgera Kurd bi kar tînin cuda ye. Ev jî feraseta wan a newekhev a li hemberî Kurdan nîşan dide. Banga aştî û civaka demokratîk bi aliyên ku alerjiya wan ji Kurdan heye encamek depresîf afirand. Van herdu gelan bi hezaran salan e li vê erdnîgariyê bi hev re li heman çeperan cih girtine û can dane. Lê tevî vê realîteyê, yên ku xwe weke xwediyên vî welatî dibînin, gelê Kurd weke penaber dibînin ku ev nêrîneke tam oryantalîst e.

‘Di kolanên Amedê de kî berdevkê wan e wê bi zimanekî zana vebêjin’

Em girtiyên polîtîk bi derfetên sînor hinek saziyên çapemeniyê dikarin temaşe bikin û bixwînin. Em vê pirsê ji xwe dikin: Ji bo Ece Uner, Serap Belovakcikli, Îbrahîm Kahvecî, Denîz Zeyrek, Selçuk Tepelî, Gurkan Hacir ji me nefret bike, me çi kir gelo? Hemû rojnameger, çêkerên TV’yan, pêşkêşvan ku bi salan di pêvajoyên herî giran de bêdeng man, piştevanî nîşan nedan, daxwazên gelê Kurd manîpule kirin û xebatê weke xebatên terorîst nîşan dan, îro xwe bêalî û serbixwe pênase dikin. Lê îro dakevin kolanên Amedê wê gelê me kî erdevkê wan e bi zimanekî zana vebêje. Rojnamegerên rast ên demokrat bêguman îro piştevanî û dostaniya xwe dimeşînin. Ji bo me ev mirovên ku bedelan didin ber çavan, gelek bi nirx in.

Banga ji bo saziyên medyayê: Hêviya aştiyê mezin bikin

Di encamê de em weke girtiyên jin ên polîtîk, bang li saziyên çapemeniyê dikin: Bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriyeke xwe dispêre daxwaza civakî; baş kirine ku çavkaniyên aborî ji perwerde û tenduristiyê re hatiye veqetandin, başkirineke li gorî hewcedariyên civakî, pêşîgirtina qetilkirinên jinan, cînayetên kar ên zarokan, gelo wê zirara vê ji kê re hebe? Li şûna şer, pevçûn, binpêkirinên maf, çêkirina nûçeyên mezinkirina hêviyê wê baştir bin. Bi taybetî em dixwazin dengê me bigihîje rojnamegerên jin. Em hemû dizanin ku bandora şerê serdestiya mêr derdixin jin û zarok dikşînin. Ji ber vê jî em dibêjin ku divê em jin ji aştiyê re pêşengiyê bikin.”