Krîza penaberan a li rojhilatê Çadê
Kampên penaberan li rojhilatê Çadê ji ber zêdebûna hejmara penaberên ji Sûdanê bi kêmasiyeke zêde ya çavkaniyan re rû bi rû ne. Neteweyên Yekbûyî hişyar kir û diyar kir ku ger rewş berdewam bike, ev yek dê bibe sedema karesateke mirovî.
Navenda Nûçeyan – Ji destpêka salê ve, zêdetirî 55 hezar kes ji bo ku ji pevçûnên li Sûdanê birevin, li Çadê penaber bûne. Rêjeya hatina penaberan bi awayekî berbiçav zêde bûye, û hejmara kesên nû hatine bi qasî 20 qat ji navîniya berê zêdetir e.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di 25’ê Îlonê de ragihand ku tenê di hefteya borî de hejmara mirovên ji sînor derbasî Çadê dibin pir zêde bûye. Rojane zêdetirî 400 kes li herêmên Adrê û Tine yên rojhilatê Çadê sînor derbas dikirin.
Koordînatorê herêmî yê UNHCR’ê her wiha ragihand ku hejmara kesên li bajarê Tine yê Çadê li cihek digerin li gorî mehên berê 20 qat zêde bûye. Navenda pêşwazîkirinê ya li bajêr niha zêdetirî 4 hezar û 300 penaberan dihewîne lê mixabin di xizmetên bingehîn de kêmasiyên cidî hene. Di vê navberê de, jinên ku gihîştine herêmê, serpêhatiyên balkêş ên ji ber tundiya ku di dema revê û pêvajoya penaberiyê de rastî wan hatine vegotine.
Şerê Sûdanê û krîza koçberiyê ya cîhanê
Ev pêşketin di nava şerê berdewam ê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ku ji Nîsana 2023’an vir ve didome, diqewimin. Li gorî texmînên xebatkarên mirovî, heta niha di şer de zêdetirî 200 hezar kes mirine.
UNHCR diyar dike ku li Sûdanê niha bi qasî 11.3 milyon kesên ji hundirê welat koçber bûne, di krîza koçberiyê ya herî mezin a cîhanê de dijîn. Ji van, nêzî 6.4 milyon ji hundirê Sûdanê koçber bûne. Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku rewşa mirovî li parêzgeha Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê pir xirab û krîtîk e.