Kongra Star qetilkirina Mursel Nebîzade şermezar kir

Kongra Star bi daxuyaniyekê nivîskî qetilkirina siyasetmedara Afganî Mursel Nabîzade şermezar kir û ji bo jinên Afganî got, “Em dixwazin hûn bizanin ku têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye jî.”

Navenda Nûçeyan – Mursel Nebîzade ku beriya Talîbanê li Afganîstanê deshilatdarî bi dest bixe, parlementer bû, duh di mala xwe de ji aliyê êrîşkarek biçek yê nasnameya wî nediyar ve hat qetilkirin. Rêxistina Kongra Star ya derbarê mijarê de daxuyanî da qetilkirina Mursel Nebîzade şermezar kir, sersaxî ji malbat û hezkiriyên Mursel Nebîzade, xwîşk û rêhevalên xwe yên Efxan re dixwazin û da zanîn ku ew li gel jinên Afganî ne.

‘Em bi êş û bi hêrs in’

Kongra Star di daxuyaniyê de êrişa li dijî siyasetmedara Afganî Mursel Nebîzade şermezar kir û wiha got, “Li hemberî kuştina hovane ya siyasetmedara Afgan Mursel Nebîzade wek Kongra Star bi êş û hêrs in. Mursel Nebîzade di sala 2018 de weke endamê parlamen a Efxanistanê hatibû hilbijartin. Lê ev parlamen ku tê de 69 endamên jin hebûn piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de kontrola welêt bi dest xistin hatiye belav kirin. Di encam de piranî nûnerên gel reviyan an jî xwe ji Talîbanê vedişêrin.”

‘Parazvana mafê jinan bû’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Mursel Nebîzade yek ji nûnerên gelê Afgan bû ku ruxmê xeterî li ser jiyanê xwe welatê xwe terk nekiriye û wiha hat gotin, “Rapêç kirina vîna gel ji aliyê Talîbanê qebûl nekiriye û di welatê xwe de ma. Di peyameke xwe de digot “Ev welat ne xwaringeheke ye ku ez xizmeta wî hez nekim û derkevim. Ev der welatê min e û ezê kêlekê gelê xwe de bisekînim.”

Mursel Nebîzade siyasetmedareke aktîf û parazvaneke çalak ya mafên jinan bû. Bi salan piştgiriya xwe bi tevgera şoreşgerî ya jinên Afganistanê destnîşan kiribû.”

‘Rejîma dijminê jin dixwaze bi kuştina wê peyamek bide hemû jinên li Afganistanê’

Di berdewamiya daxuyaniya de hat diyarkirin ku şêweyê qetilkirina wê ne ji rêze ye û wiha hat gotin:

“Roja yekşemê di malê xwe de li paytextê Kabîlê de hate kuştin. Ji ser û singê xwe de hate kuştin. Em bawer nakin ku ev bi tesadûf e. Diyar e ku mejî û dilê wê hatin hedef girtin. Rejîma dijminê jin dixwaze bi kuştina wê peyamek bide hemû jinên li Afganistanê ku berxwedana xwe li dijî Talîban û têkoşîna xwe ji bo jiyaneke azad berdewam dikin.

Piştî ku rêveberiya DYE bi navê NATO’yê kontrola li ser Afganistanê teslîmê Talîban kirin yekser şereke li dijî jinan hate destpêkirin. Talîban gav bi gav jinan û keçan ji qada giştî, siyasetê, qada kedê, saziyên perwerdê û hemû jiyana civakî derdixîne. Bi vê dixwazin jiyan, nasname û vîna jin daxînin hebûneke ku tenê guh dide hegemonyaya zilamê serdest.

Jinên ku li hemberî vê rejîmê faşîst a zilamê serdest berxwe didin û pêşengtiya berxwedanê dikin weke xeteriya herî mezin tên dîtin. Ji ber ku di taritî de ronî dikin, hêvî didin, cesaret û hêza berxwedanê belav dikin. Ji ber vê rastî tên hedef girtin, rû bi rû bi êşkence dimînin, tên girtin û kuştin. Talîban difikire ku bikare berxwedanê bişkîne û gelê azadîxwaz a Efxanistanê teslîm bigre dema ku pêşengtiya jinan tune kiriye.

‘Hûn hêvî û hêz didin me’

Wek jinên Kurd em jî bi heman rewş rû bi rû nin. Dewleta Tirk a faşîst bi şehîd xistina pêşengên me dixwaze berxwedanê me qir bike. Lê bi her şehadeteke dilsoziya me, girêdaniya me bi şoreşa jinê û têkoşîna me ji bo jiyaneke azad di welateke azad de hin bêhtir hêz qazanc dike. Di vê çarçovê de em ji bo pêkanîna hêvî û xeyalên rêheval û pêşengên me yên şehîd berxwedana xwe her ku diçe bilindtir dikin.

Wek Kongra Star em sersaxî ji malbat û hezkiriyên Mursel Nebîzade, xwîşk û rêhevalên xwe yên Efxan re dixwazin. Em dixwazin hûn bizanin ku têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye jî. Hûn hêvî û hêz didin me. Em hêvî dikin ku şoreşa me ya jinê jî hêz û bawerî dide we.”