Jinên ji taxa Şêxmeqsûd: Berxwedan yekane riya serkeftinê ye

Dorpêça li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê 3 meh in berdewam e, bi ve dorpêçê re gelek madeyên jiyanî bingehîn kêmbûne, bihayê dermanan jî zêde bûye û gef li jiyana xelkê tê xwarin.

MÎDYA MIQTAD

Heleb - Hikumeta Şamê 3 meh in dorpêça xwe ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê berdewam dike, firqa çarem ji çen mehan ve vê dorpêçê ferz dike, nahêle xurek, derman û sotemenî têkeve taxê. Li gel vê ji ber dorpêça heyî şeniyên taxê ji gelek mafên xwe yên jiyanê bêpar tên hiştin. Li taxa Şêx Meqsûdê di 2'ê Çileyê de ji ber nebûna sotemeniyê zarokek 4 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdeyî 250 hezar mirov dimînin

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdeyî 250 hezar mirov dimînin. Li herdu taxan 8 firin hene lê belê ji ber ku sotemenî û ard nema ye, hejmara wan daketiye 4 firinan. Rojê tenê 3 saetan elektrîk ji herdu taxan re tê dayin. Zêdeyî 5 hezar xwendekar neçar man ku navberê bidin xwendinê. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr ji ber kêmbûna sotemenî û malzemeyên tibî neçar ma ku xizmeta xwe kêm bike.

Her wiha li taxa Şêx Meqsûdê ji ber nebûna sotemeniyê Wîsam Sîdo yê 4 salî ji ber sermayê di 2'ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Wîsam Sîdo yê ji gundê Qeretebê yê Şerayê, piştî dagirkirina Efrînê koçî Şêx Meqsûdê kiribû.

‘Berxwedanî bûye rêbazek jiyanî’

Endama Komîna Şehîd Şîlan ya li taxa Şêxmeqsûd Lorîn Hesen wiha dibêje: “Dorpêç li ser hemû gelê taxê ye. Berxwedanî ji bo hemû gelên Kurd, Ereb bûye rêbazek jiyanî; Xiristiyan, Misliman û Ermenan li dijî dorpêçê. Her wiha derman, xurek û sotemenî gelekî jî kêm e. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar dikin demil dest destwerdana bikin û dawî li vê dorpêçê bînin. Heta dorpêç bidawî dibe berxwedanî dê berdewam be.”

‘Em nikarin dermanên xwe bikirin’

Endama Komîna Şehîd Şîlan Selwa Xelîl jî der barê mijarê de wiha axivî: “Firqa çarem, dorpêça xwe li ser taxê ferz dike, nahêle ard, xurek, derman û sotemenî têkeve taxê. Ji destpêka dorpêçê ve ez gelek zehmetî dijîm ku dermanê xwe bikirim, lewma gelek caran ez mecbûr dimînin derman ji derveyî taxê bi bihayekî du qatî bikirim.”

‘Bihayê xurekan zêde dikin’

Ji niştecihên taxa Şêxmeqsûd Feyrouz Heyder jî danûstandina ne mirovî şermezar dike û wiha dibêje: “Gelo em ne Sûrî ne, çima vê dorpêçê li ser me ferz dikin û ev dorpêç dê heta kengî berdewam bike? Bazirgan sûdê ji vê dorpêçê dibînin û bihayê xurekan zêde dikin. Her wiha dermanê pêwîst jî gelekî kêm e, dema derman hebe jî bihayê wan zor bilind dibe.”