Kongra Star: Divê jin destkeftiyên şoreşê biparêzin

Kongra Star bi boneya salvegera 12’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê jin mîrasa şoreşa jinan biparêzin.

Navenda Nûçeyan - Kongra Star bi boneya salvegera 12’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand

Li ser şopa cangoriyan wê mîrasa jinan were parastin

Di daxuyaniyê de cangoriyên şoreşê mîna Arîn Mîrkan, Rêvan, Avesta Xabûr, Barîn, Aylan, Rîhat Çawîş, Yusra Derwîş, Zehra Berkel, dayika Eqîde, Hind û Sada, Hêlîn Lêgerîn, Sorxwîn Rohat, Jiyan Tolhildan, Sewsen Bîrhat, Zeyneb Seroxan û cangoriyên Kurdistanê hatin bibîranîn û soz hat dayîn ku li ser şopa wan mîrasa jinan bê parastin.

Gelê herêmê bi pêşengiya jinan serî hilda

Her wiha hat diyarkirin ku jinan pêşengiya şoreşê kirine, karker, mamoste û hunermendan roleke bingehîn lîstine, ji ber wê şoreşa 19’ê Tîrmehê veguheriye şoreşa hişmendiyê û guhertinê di hişmendiyê de çêkiriye. Hat destnîşankirin ku guhertin berdewam dike û êdî şoreş bûye şoreşeke siyasî, çandî û civakî û tevahî pêkhateyên civakê hembêz kiriye û gelên herêmê bi pêşengiya jinan serî hildane.

Banga ji bo jinan

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku li gorî felsefeya şerê gel ê şoreşgerî, herêm bê parastin û ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û bang li jinan hat kirin ku ji bo parastina destkeftiyên cangoriyan dakevin qadan.