Li Idlibê hebûna zêde ya çekan jiyana zarokan dixe metirsiyê

Tevî ku sivîlên Idlibê ji ber sedemên ewlehiyê çekan radikin, lê belê çek di nav wan de bûye sedemek sereke ya qetilkirina sivîlan bi taybet jî zarokan.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Li Sûriyê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, çekdarkirina ferdî zêde dibe. Herî zêde jin û zarok ji vê rewşa ku dibe sedema zêdebûna şîdeta mêran mexdûr dibin.

Ebdulmelîk Şaban ê 7 salî meha borî li bajarokê Harbanûşê jiyana xwe ji dest da, dema ku bi xeletî guleyek ji çeka ku ji aliyê birayê wî yê 15 salî ve hatibû avêtin, ket.

Cîrana malbatê Fîda El-Conî a 36 salî diyar kir ku piştî nîvê şevê dengê çekan hatiye bihîstin, ji ber wê jî çûne cihê bûyerê û dîtine ku zarokê bi navê Ebdulmelîk piştî ku birayê wî bi şaşitî gule li wî reşandine jiyana xwe ji dest daye.

Zarokê bi navê Hossam El-Rahhal ê 14 salî ku li kampên Qah koçber bû, dema ku hevalê xwe fêrî bikaranîna çekê dikir, xeletî guleyek ji çekê derdikeve û li singê hevalê wî dikeve û dibe sedema mirina wî. Hossam El-Rahhal hat girtin, lê piştî malbata wî pere dan malbata hevalê wî yê jiyana xwe ji dest dayî, ew serbest berdan. Di bûyereke din de zaroka Merwa El-Hisên dema ku bi çekê dilîst ji aliyê birayê xwe ve hat gulebarankirin. Bu sedem ku ew bi felca heta hetayî re rû bi rû bimîne.

Her wiha zaroka bi navê Fatma El-Hasî a 12 salî ku li kampên Dêr Hesenê dijî, di dema pevçûna bi kesên din ên li kampê re ji aliyê birayê xwe ve bi guleyê ji lingê xwe birîndar bû. Bu sedema kinbûna hestiyê lingê wê û astengiya wê.

‘Xeterî li ser giştî civakê ye’

Aktîvîst Rand Al-Aseel got: “Belavbûna çekan li herêmê gelekî metirsîdar bûye. Xeterî ne tenê li ser zarokan heye li ser giştî civakê heye.” Her wiha got ku bûyerên bikaranîna çekan bi rêjeya herî zêde li herêmên Bakurê Suriyeyê tên dîtin, ji ber ku metirsiya vê bûyerê nayê zanîn.

‘Li herêmê sûcên diziyê zêde bûne’

Selam El-Fetrawî a 40 salî ku li derdora bajarê Idlibê dijî, ji tirsa diziyê ti ziyanê di danîna çekan di mala xwe de nabîne, nemaze ku ew bi zarokên xwe re tenê dijî. Selam El-Fetrawî got: “Ji ber xizanî, buhayên giran, birçîbûn û nebûna derfetên kar sûcên diziyê li deverê zêde bûne.” Tevî ku Selam El-Fetrawî çekan ji bo ewlehiyê li mala xwe dihewîne lê belê hişyariyê jî dide û dibêje: “Ji bo zarokan xeter e û divê zarok negihijin cihê çek lê ye, ji ber ku wê berdêl giran be.”

‘Bandoreke neyînî li tevgera zarokan dike’

Şêwirmenda derûnnasiyê Henan El-Cabîn got: “Hebûna çekan di malan de ne tenê bû sedema mirina zarokan, her wiha tevgera zarokan jî guherand. Zarok fêrî dîtina çekan bûn. Zarokên ku her roj çekan dibînin, bala wan dikişîne û dixwazin bi çekên elektronîk, tifingên plastîk û guleyan bilîzin û ev yek bandoreke neyînî li tevgera wan dike. Divê malbat di van mijaran de hişyar bin.”