Konferansa Jinan: Jin Jiyan Azadî wê di têkoşîna me de mezin bibe

Di roja yekemîn a 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku li Berlînê tê lidarxistin de, hate destnîşankirin ku wê li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk bertek were nîşandan û têkoşîna "Jin Jiyan Azadî" were mezinkirin.

Navenda Nûçeyan – 2’emîn Konferansa Jinan a Navdewletî ya ku ji aliyê Tora Jinan Pêşerojê Dicivîne bi dirûşma “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê Ye” li bajarê Berlînê yê Almanyayê dest pê kir. Di konferansa ku wê 2 rojan dewam bike, ji gelek deverên cîhanê bi taybetî jî tevgera jinên Kurd hatin cem hev. Piştî axaftina vekirinê ya konferansa ku li Zanîngeha Teknîkî ya Berlînê hat kirin, rûniştina yekemîn bi sernavê "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Parçekirina Çekên Parastinê yên Dewletê û Serweriya Mêr" dest pê kir.

Mijara yekemîn a rûniştina ku bi moderatoriya Rêvebera Lêkolînê ya Enstîtuya Aştiyê ya Kurd Meghan Bodette dest pê kir, "Tundiya dewletê ya li ser civak û jinan - qamçiyê zilamê serdest" bû. Berdevka Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç di vê beşê de axivî û bal kişand ser dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ku bûye manîfestoya jinên cîhanê û got, "Ev gotin felsefeya dîrokî ya 40 salan e ku Abdullah Ocalan daye avakirin.”

'Dem dema berpirsyariyê ye'

Nîlûfer Koç, bal kişand ser şideta dewletên li Rojhilata Navîn dişibin hev, çeteyên Boko Haram, Tahrîr El Şam û DAIŞ'ê bi nav kir û got, "Armanca van ferasetên paramîlîter yekane ew e ku jin û civakê weke dijmin nîşan bidin. Lê ger em xwe bi rêxistin bikin, em dikarin wan bişkînin. Mînaka vê yekê me li Kurdistanê dît. Ji ber vê yekê ez dibêjim dema berpirsiyariyê ye. Ez dibêjim Jin, Jiyan, Azadî.”

Nûnera Komeleya Jinên Şoreşger a Afganîstanê (RAWA) Mariyam Rawî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên zayendperest ên Talîbanê. Marîam Rawî, anî ziman ku îdeolojiya Talîbanê jinan weke makîneyên karê malê dibîne û diyar kir ku dewletên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe piştgiriyê didin Talîbanê.

'Jin, Jiyan, Azadi'

Meryem Rawî diyar kir ku wan weke jin di rêyeke dijwar re derbas bûne û wiha dewam kir; "Em erkê perwerdekirina jinên herî bindest ên li Afganîstanê ne. Weke RAWA em ê li hemberî van îslamiyan berxwedana xwe bidomînin. Ev berxwedan wê hîn mezintir bibe. Em li kêleka wan jinan e ku li Afganîstanê li berxwe didin, li Rojava li ber xwe didin. Erkê me ye ku em li Afganîstanê jiyanê bihûnin. Em ê li ser rêya hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin. Jinên ji çar aliyê cîhanê wê berzkirina dirûşmeyên 'Jin, jiyan, azadî' bidomînin.”

'Ji bo kuştina me çek tên bikaranîn'

Li ser navê Feministas Abya Yala ya ji Guatemalayê Lolîta Chavez a ku der barê mijara “Qirkirina xwezayê: Parçekirina pêkutî û yekdestkirina ku xwe dispêre metîngeriya li ser çavkaniyên xwezayî” de axivî, bi gotina "Em ji şer re dibêjin na, ji bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser Kurdistanê re dibêjin na." dest bi axaftina xwe kir.

Lolîta Chavez anî ziman ku ew ji gelên ku jiyanê diparêzin tên û got; “Em zarok û parêzvanên axê ne. Li Amerîkaya Latîn em pergala serdest a mêr, zilamê hîlebaz naxwazin. Lê exlaqêkî wan a du rû heye. Me xwe, axa xwe parast. Li welatê me jîyanên cuda hene. Em jineolojiyê jî ji ber van hemû cudahiyan hez dikin. Dibêjin li herêma me demokrasî heye, lê ev yek derew e. Li herêma me dengê çekan zêde dibe. Ev çek ji bo kuştina me tên bikaranîn. Ev ne demokrasî ye." Lolita Chavez got, "Em wek birayên xwe yên Mapuche azadiyê diparêzin. Em dibêjin azadî, azadî, azadî. Em kongreya xwe ya ji aliyê jinan ve hatiye organîzekirin silav dikin. Em daxwaza edaletê dikin û em efû nakin. Êdî dem nemaye. Werin em torên xwe yên femînîst tevn bikin.”

'Rizgariya civakan bi azadiya jinê pêk tê'

Paşê civaknas û eko-femînîsta Awûstralyayî Arîel Saleh axivî û diyar kir ku li Rojava femînîzma eko-femînîzm ketiye jiyanê. Arîel Saleh a ku li ser eko-femînîzmê sînevîzyonek pêşkêş kir, gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jinan de bi bîr xist û got; “Dîroka 5 hezar salî derxistiye holê ku yên ewil car pêkûrî û zextê jiyane jin in.” Arîel Saleh gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Rizgariya civakan bi azadiya jinê pêkan e" bi bîr xist û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê.  

Aktîvîsta aştiyê ya Îtalî, femînîst Genevieve Vaughan ku di rûniştina yekemîn de bi sernavê dawîn " Yên Nedîtbar Dîtbarîkirin: Têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst a li ser bingeha keda jinan a bê heqdest û kêm pere" axivî, li ser nedîtina keda jinan axaftinek kir.

Li Hindistanê kedxwariya 'ewlekariyê'

Di dawiyê de aktîvîsta Komeleya Jinên Pêşverû ya Hemû Hindistanê Kavîta Krishnan bi silavkirina hemû jinên kedkar ên cîhanê dest bi axaftina xwe kir. Kavita Krishnan, diyar kir ku dewlet û şîrket bi hev re li ser bedena jinê serdestiyê dikin û wiha got: "Werin em li ser jinên ku li Hindistanê di hemû markayên cilûbergên navdar de dixebitin bifikirin. Van şîrketan ji dê û bavan re dibêjin ku keçên wan dê 3 salan bixebitin û dema 3 sal bidawî bûn ew ê heqê bidin wan bidin û dê keça wan di bin parastin-ewlekariyê de bin. Di rastiyê de ewlekarî- parastin wekî peyva kod tê bikaranîn. Bi vê kodê malbat jî rê li ber digrin ku keçên wan bi kesekî ji derveyî pergala kastê dimîne re bizewice. Dîsa li Hindistanê destdirêjî pir zêde ye.”

Piştî axaftinan konferans bi pirs û bersivan berdewam kir. Piştî beşa pirs û bersivan wê roja ewil a konferansê bi atolyeyan bi dawî bibe.