Komîteya Lêkolînê ya NY: Çeteyan li Serêkaniyê tecawiz li zarokekî kir

Komîteya Lêkolînê ya Taybet a Sûriyeyê ya NY’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên kuştin, dizî û destavêtinê didomînin. Komîteyê da zanîn ku ev sûc di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ne.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya taybet ji bo Sûriyeyê der barê binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî de raporek ji 44 rûpelan weşand. Di raporê de hat diyar kir ku endamên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyêʹʹ girtin, biçavkirin, windakirina bi zorê, îşkence, tecawzîkirin, nêzîkatiyên xirab, birina rehînan û talankirinê berdewam dikin û bal hat kişandin ku ev kiryar dighêjin asta sûcên dermirovî.

Sûcê şer tê kirin

Di raporê de hat bal kişand ser gefxwarinên li niştecihên resen ên Efrînê yên ku daxwaza vegerandina malên xwe dikin, revandina dûbare ya şêniyan û standina fidiyê li beramberî serbestberdana wan. Komîtê da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyêʹʹ tecawiz û êrişên zayendî dikin. Komîteyê ev yek bi sûcên şer bi nav kir.

Komîteyê der barê sûcên destdirêjiyê de mînak parve kirin û got, çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" li Serêkaniyê zarokekî iraqî tecawiz kir û li bajarê Babê yê dagirkirî jineke ducanî û hevjînê wê yê rojnamevan qetil kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam îşkenceya li sivîlan didomînin û kesên ku dîl hatine girtin nikarin têr xwarin û dermanan bigrin.

Girtî tên qetilkirin, xebatên çapemeniyê tên astengkirin

Di raporê de hate destnîşankirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam îşkencekirina sivîlan didomînin û girtî nikarin têr xwarin û dermanan bigrin, her wiha hate destnîşankirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam jin jî di nav wan de qetilkirina girtiyan didomîne û xebatên rêxistinên herêmî û çapemeniyê asteng dike.