Komîn yekeyê bingehîn yê netewa damokratîk e

Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed got ku: “Projeya me projeya komînalî ye, projeya jiyanek hevbeş e, azad, hevdu temam kirin û li hevdu xwedî derketin e, ji ber ev sîstema netewa demokratîk e.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Komîn di rêxistinkirina civakên herêmî de roleke girîng dilîzin. Ew wekî xaleke têkiliyê ya navendî ji bo niştecihan xizmet dikin. Dixwazin ku kar û barên xwe yên rojane hevrêz bikin, girêdanên civakî xurt bikin û beşdariya her kesî di biryarên ku bandorê li jiyana wan dikin de mîsoger bikin. Bi saya vê rêxistina domdar, komîn wek saziyeke herêmî ya bingehîn dimîne, beşdarî aramiya civakê dibe û hesta aydiyetê di nav endamên xwe de xurt dike.

Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişloyê Hêvî Ehmed mijara komînan ji ajansa me re nirxand. Hêvî Ehmed diyar kir ku komîn entegreyî Rêveberiya Demkî nabin, karê civakî pêk tîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Sîstema dewletê sîstemekî navendî ye, lê komîn sîstemek civakî ye. Ji ber vê komîn kar û xebatên civakî dike û rola komînan di entegrasyonê de tuneye. Dibe ku di milê rêvebirin û  îmzekirinê de hinek guhertin çêbibe, lê di milê civakê de çênabe. Ji ber ku di komînan de zana, jin, ciwan, karê xizmetkirinê heye û karê civakî her û her berdewam e, ji ber vê di rewşa komînan de guhertin çênabe.”

‘Gel xwe di komînan de perwerde û bi rêxistin dike

Hêvî Ehmed diyar kir ku li her taxek komînek heye, ew komîn ji pirsgirêkên wê taxê re dibe bersiv û wiha berdewam kir: “Her komînek girêdayî taxek e û ew komîn dibe hêza çareseriyê ji bo pirsgirêkên wê taxê. Komîn ji berê ve sîstemek civakî ye, ji bo ku pirsgirêkên wê taxê neçe derve, komîn ji wan pirsgirêkan re heta astekî mezin dibe bersiv û hewl dide ku çareser bike. Gel xwe di komînan de perwerde û bi rêxistin dike. Komîn girîngiya civakê, jinan û ciwanan pêşkêş dike. Gelek Komîte di komînan de hene, wekî komîteya tenduristî, perwerde, lihevanîn û jinê. Eger ev komîte bi rola xwe ya sereke bilîzin, hemû pêwîstî û pirsgirêkên civakê wê çareser bibin.”

‘Em hewil didin ku komînan hinekî komî hev bikin

Hêvî Ehmed da zanîn ku komîn bi komîteyên xwe çalak dibe û erkê xwe yên sereke pêk tîne û wiha pê de çû: “Entegrasyona ku tê kirin, entegrasyonek rêveberî ye, lê wekî kar û xebatên komînan tu guhertin tê de nayê kirin. Wekî sazî tevlî entegrasiyonê dibin, lê karê komînan yê civakî wê berdewam be. Em hewl didin ku komînan hinekî komî ser hev bikin, ji bo ku em naveroka wê dagirin. Ji ber komîn bi komîteyên xwe çalak dibe û erkên xwe yên sereke pêk tîne. Dibe ku em hinekî hejmara komînan kurt bikin, ji bo ku em rol û mîsyona wan xurttir bikin, da ku zêdetir kar û xebat bikin.``

‘Projeya me projeya komînalî ye

Hêvî Ehmed bal kişand ser astengiyên ku komîn tê de derbas dibin û wiha domand: “Komîn di gelek astengiyan de derbas dibe, ji ber ku pirsgirêkên civakê zêde ne û em ji hemû pirsgirêkan re nabin bersiv. Komîn di milê kar û xebat de rojane dike, lê di milê sazîbûnê de, car caran hinek pirsgirêk ne di rêya komînê de tê çareserkirin, di rêya saziyan de tê çareserkirin. Xwesteka me ew e ku sazî berê xwe bidin komînan û ji pirsgirêkên komînan re bibin bersiv. Ji  ber pirsgirêkên yekemîn yên civakê diçin gel komînan û pişte diçin cihê eleqedar. Hinek pirsgirêk di vî milî de heye ku sazî zêdetir guhdarî komînan bin. Projeya me projeya komînalî ye, projeya jiyanek hevbeş e, azad, hevdu temam kirin û li hevdu xwedî derketin e, ji ber ev sîstema netewa demokratîk e. Di Rojhilata Navîn de ev çandek resen e, di Mezopotamyayê ku wekî dergûşa mirovahiyê tê naskirin û jiyan tê de hatiye afirandin de. Di komînan de hemû pêkhate, çand û ziman cih digrin.”