‘Rojnamgeriya Kurdî xwedî roleke stratejîk e’
Rojnamevan Suad Mihemed têkildarî Roja Rojnamegeriya Kurdî got ku rojnamegeriya Kurdî di tevahî pêvajoyên dîrokê de roleke stratejîk lîstiye. Suad Qasim teqez kir ku ew ê bi taybetî weke jin sekn û helwesta xwe biparêzin.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Roja 22’yê Nîsanê ku weke Roja Rojnemegeriya Kurdî tê dest girtin, xwe dispêre bîranîna derketina yekemîn Rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan ku di 22’ê Nîsana 1898’an de li paytexta Misir Qahîreyê dest bi weşanê kir.
Di ser vê rojê re 128 sal derbas dibin, heta vê kêliyê jî rojnemegeriya Kurdî di xebat û têkoşîna xwe de vê mîrateyê parastiye. Bi vê boneyê rojnamevan Suad Mihemed bersiva pirsên ajansa me da.
*Di ser Roja Rojnamgeriya Kurdî de 128 sal derbas dibin. Di roja me ya îro de hûn weke rojnamegerên Kurd xwe çawa dispêrin vê mîrateyê û li ser heman şopê gavên çawa hatine avêtin?
Roja rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnameger û gelê Kurd pîroz dikim. Bibîranîna vê rojê bi taybetî vê dîrokê, di roja me ya îro de ji bo me gelek watedar e. Rojnamegeriya Kurd bû yek ji çavkaniyên dengvedana gelê Kurd û danasîna hebûna wan a ku niha 128 salan derbas dike. Di vî warî de di dirêjahiya van salan de tevî kurt û kêmasiyên hatin jiyîn jî hewldana çareseriyê domiya, rojnamegeran dengê gelê xwe gihîştandin cîhanê, bûn rengê civaka xwe û tu carî ranewestiyan. Ji bo vê jî rojnamegerên Kurd û bi taybetî jî jin, roleke girîng lîstin. Me erkeke gelek pîroz girtiye ser xwe, di pêvajoya êrîşên heyî yên li ser Rojavayê Kurdistanê, di belgekirina hovîtiya heyî û bûyîna dengê berxwedanê de. Tê zanîn ku şerê cîhanê yê heyî bi riya ragihandinê tê meşandin, em jî di nava vê rastiyê de bi kedeke mezin dixwazin bibin deng û rengê gelê xwe. Bêguman şehîdên ku di vê riyê de li derveyî welat û li Kurdistanê canê xwe feda kirin, bi taybetî yên pêvajoya berxwedana bendava Tişrînê Cîhan Bilgîn û Nazim Deştan her wiha em Gurbeteli Ersoz û bi sedan şehîdên me yên din ku ji bo me xeta têkoşîn û berxwedanê dan diyarkirin, bi bîr tînin û dibêjin ku em jî şopdarên vê xetê ne.
*Te gelek nirxandinên dewlemend li ser rojnamegeriya Kurdî kir lê gelo ya ku we ji rojnameger an jî dezgehên din ên ragihandinê yên herêmî û cîhanî jî cuda dike çi ye?
Têkildarî vê pirsê mirov dikare gelek xalan jî bîne ziman. A niha eger mirov li cihekî xebatê bide meşandin, ev nayê wateya ku em tenê dibin dengê dewleta heyî ango tenê neteweyek. Di vir de rojnamegeriya Kurd bû dengê hemû netew û pêkhateyên ku li herêmê dijîn. Çapemeneya Kurd tenê bi nûçeyên siyasî, civakî û çandî sînordar nema, di heman demê de ji bo civakê rê jî nîşan dide. Ragihandina Kurdî di asta Rojhilata Navîn de xebatên xwe dide meşandin, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê binpêkirinên ku li hemberî mirovahiyê tên meşandin, komkujiyên ku gelên li herêmê bi wanre rûbirû dimînin, destdirêjiyên li ser jinan, qetilkirina zarokan û hwd. hemû hatin belgekirin. Ji bilî ragihandina Kurdî tu dezgeheke ragihandinê negot ku li Rojavayê Kurdistanê qirkirina gelekî tê meşadin. Lê rojnamegeriya Kurd bi rê û rêbazên xwe bû dengê vî gelê û rastiya bûyeran ji raya giştî re ragihand. Cudahiya ragihandina me jî di vir de xuya dike ku hê jî gelek ziraviyên wê hene. Ji aliyekî din ve sekn, helwest, şekil û şemal, mijarên ku di nûçe û pêşkêşiyên xwe de digrin dest jî dide diyarkirin ku ew kes rojnamegerên Kurd in û xizmeta doza xwe dikin. Ji ber rojnamegerek bi dildozî derkeve pêşberî civakê û xebata jê tê xwestin bike, diyar e. Lewre jî li gorî çavdêriyên min ez rojnamegeriya Kurdî bi van xalan ji ya cîhanî cuda dikim.
*Jinên Kurd ên rojnemeger ji destpêka vê xebatê ve heta niha dikaribûn roleke diyarker di vî warî de bilîzin ku heta mirov dikare bibêje niha di asta pêşengiyê de cihê xwe di xebatên çapemeniya Kurd e girtine. Tu vê pêşketinê çawa şîrove dikî û hûn ê çawa vê mîrateyê biparêzin û bi pêş bixin?
Di asta cîhanê de eger mirov binirxîne em dikarin bibêjin ku rojnamegerên jin tenê li pey siyaseta qirkirinê neketin. Eger jineke nêrînên xwe bi rengekî azad bîne ziman û xebatên xwe wiha bide meşandin, bêguman wê gelek cuda be. Ji bo vê jî êrîşên cur be cur li hemberî jinên Kurd ên rojnameger bi pêş ketin, xwestin bi riya wê hêvî, deng û rengê jinan ji holê rakin. Lê ji ber helwesta jinan di xebatên ragihandinê de, sekn û bîrdoziya wan ev êrîş bi encam nebûn. Heta helwesta jinan di xebatên ragihandinê ya van salên dawî de eger em binirxînin, em ê bibînin ku xwedî sekneke cihê serbilindiyê ye. Em niha bala xwe bidinê hejmareke mezin ji jinan di dezgehên me yên ragihandinê de cih digrin ku di dema êrîşên li ser pêkhateyên Sûriyeyê de bi pêşketin û qirkirina ku xwestin li Rojava pêk bînin, rojnamegerên jin di eniyên pêş de şopandin û belge kirin. Li ser kompîtorên xwe rûniştin û berxwedana gelê xwe ragihandin. Jixwe du dezgehên me yên sereke hene ku xebatên jinan didin meşandin, ajansa NÛJINHA û kanala televîzyona JIN Tv. Dema dezgeh bi temamî jin be mirov hîn zêdetir helwest, feraset û sekna jinên rojnameger dibîne. Bi şev û roj xebatê dan meşandin û ked dan xwestin di nava rastiyên heyî de bibin deng û rengê jinan û gelê xwe.
*Gelê Kurd û doza Kurdî di pêvajoyeke dîrokî û gelek hestiyar de derbas dibe. Di vî warî de hûn weke rojnamegerên Kurd cihekî çawa di nava vê qonaxê de digrin, hûn ê bikaribin bi roleke bi çi rengî mohra xwe lê bidin?
Bi giştî şerê ku hat jiyîn û pêvajoya em niha derbas dikin, ne tenê şerekî ji bo gelê Kurd bû. Şerê ji bo hebûn û tunebûna gelan bû bi taybetî jî ya gelê Kurd. Rast e ev şer negihîşt armanca xwe ya sereke lê dîsa jî ew hewldanên qirkirina gelê me yê ku bi hezaran salan pêk hatiye, berdewam dikin. Gelê Kurd di her serdemê de li dijî êrîşên qirkirinê bûye xwedî helwest, li her çar parçeyan jî bi dehan serhildanên Kurdan hebûn. Li welatê ku Kurd lê dijîn rastî qirkirinên pir mezin ên siyasî, çandî, civakî û fîzîkî hatin ku ev yek heta roja me ya îro jî didome. Niha em pêvajoyeke girîng dijîn, li aliyekî banga Aştî û Civaka Demokratîk û ya din jî li Rojavayê Kurdistanê xebatên entegrasyona bi Sûriyeyê re hene.
Weke jin bi taybetî niha têkoşîna me di çarçoveya parastina dengê me yê ku her sal hatiye çewisandin e. Lê sekna jinên Kurd ên di hemû qadên têkoşînê de û di nava rojnamegeriyê de jî da diyarkirin ku jin dikarin di hemû waran de dengê xwe bilind bikin û roleke dîrokî bilîzin. Di vî warî de û bi taybetî di vê pêvajoya de rola me ya rojnamegerên Kurd û jinan ew e ku em vê vê pêvajoyê baş fam bikin û rastiyên heyî bi hûrgiliyên wê pêşkêş bikin. Esas xebata me di rojevên çarenûsî de cihgirtin e. Weke helwesta yekrêziya Kurdî ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêş ket û rastî gelek êrîşan tê. Divê em bi xebatên xwe biparêzin û mayînde bikin. Ji bo vê ji her demê zêdetir divê em di nava gel de bin, rastiya şer bidin têgihîştin û xebatên xwe li gor girîngiya pêvajoyê bimeşînin. Helwesta me ev e, biryar û armanca me ew e ku em bibin dengê gelê xwe û bi rola xwe ya sereke rabin.