Komeleya Jinên Tûnisê li hemberî rewşa heyî banga baldariyê kir
Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî li hember rewşa tevlîhev a van rojên dawî li welatê wan qewimiye bang li çalakvanan kir ku li hemberî rewşa heyî bi berpirsiyarî tevbigerin.

Tûnis – Serokomarê Tûnisê Kays Said rojên derbasbûyî di televizyona fermî de ragihandibû ku wî Serokwezîr Hişam El-Meşişi ji peyîwirê girtiye û peyîwira wî ya di meclisê de jî daye sekinandin. Li welatê qeyîrana siyasî û protesto lê mezin dibin Serokomar da zanîn ku mehekê qedexeya derketina kolanan daniye. Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî li hemberî rewşê bêdeng neman û helwesta xwe nişanda.
Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisî li hemberî tevlîheviya di van rojên dawî de li Tûnisê derketî bang li hemî çalakvan û hevparên xwe kir ku ji bo aramiya civaka Tûnisê berpirsiyariyê bigirin û xwe bigihînin hemî beşên civakê.