Silêmanî- Li Herêma Kurdistanê mamostayên bi peyman ev du heftene li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyan kirine û ev çalakî hîna jî dom dikin. Mamosta ji hikumetê dixwazin bi fermî werin tayînkirin, lê hikumet piştî hilbijartin bi dawî bû carek din bêdengiya ya li hemberî daxwazên welatî û karmendan diparêze. Îro jî li Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Ranye, Seyîdsadiq, Dukan, Çemçemalê mamostayên bi peyman çalakî lidarxistin û ji hikumetê xwestin werin tayînkirin.
Koma Aso ya Nû ku ji komek rojnamevan, çalakvan û rewşenbîran pêktê, piştgirî dan çalakiyên mamostayan. Li ser navê Koma Aso ya Nû rojnamevan Hêmin Mamend axivî û got: “Em piştgiriyê didin daxwazên mamostayan û heta daxwazên mamostayan neyê bi cih anîn emê jî li gel mamostayên bi peyman li qadan bin.”




