Koçberên Serêkaniyê: Em vegerek bi ewle û bi rûmet dixwazin
Koçberên Serêkaniyê li pêşiya avahiya Parêzgeha Hesekê çalakiyeke protestoyî li dar xistin û daxwaza bicihanîna bendên peymana29’ê Çileyê kirin. Koçberên ku di şert û mercên giran ên kampan de dijîn, diyar kirin ku ew vegerek bi ewle û bi rûmet dixwazin.
Hesekê – Koçberên Serêkaniyê li pêşiya avahiya Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Koçberan daxwaza vegera ewle û bi rûmet bo bajar û gundên xwe kirin.
Bidawîkirina dosyeya koçberan yek ji bendên peymana 29’ê Çileyê ye ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratî (QSD) û hikûmeta Şamê ya demkî de hatiye îmzekirin. Tevî vê yekê, heta niha hê jî bi hezaran koçberên bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di kampên koçberiyê de dijîn û di şert û mercên dijwar de jiyana xwe berdewam dikin. Ew daxwaza zûtirîn bicihanîna vê bendê dikin û bang li aliyên têkildar dikin ku şertên vegera ewle û bi rûmet bo warên wan peyda bikin.
Di çalakiyê de protestogeran pankartên wekî “Zarokên me di nav konan de mezin dibin û xewna mal û dibistanên xwe yên li Serêkaniyê dibînin”, “Salên koçberiyê temenê me dizîn, mafê me yê vegerê ji me negirin”, “Serêkaniyê ji bo xelkê wê ye” û “Em vegera ewle û bidawîkirina dosyeya koçberiyê dixwazin” rakiribûn.
‘Em dixwazin zarokatiya xwe li bajarê xwe bijîn’
Di nav beşdarên çalakiya protestoyê de zaroka keç Nûsîn Elî jî axivî û banga vegera ewle kir. Wê got: “Em dixwazin vegerin mal û dibistanên xwe û zarokatiya xwe li welatê xwe bijîn.”
‘Em vegerek bi ewle dixwazin’
Behiyê Mihemed, yek ji jinên koçber, di axaftina xwe de got: “Em ji bo daxwaza vegera ewle li vir civiyane. Em di kampan de gelek êş û zehmetiyan dikişînin, niha em tenê dixwazin li malên xwe bijîn. Em dev ji mafê xwe bernadin û heta ku vegerin welatê xwe dê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Em niha nikarin vegerin, ji ber ku çekdarên dagirker malên me dagir kirine û bi kuştinê me tehdît dikin.”
‘Ji bo vegera bi ewle kar û xebat tê kirin’
Di dawiya çalakiyê de, Parêzgarê Hesekê Nûrdîn Ehmed derket nav protestogeran û li daxwaz û nêrînên çalakgeran guhdarî kir. Parêzger diyar kir ku ji bo peydakirina şert û mercên vegera bi ewle dixebitin û armanca wan a sereke bidawîkirina dosyeya koçberiyê ye.