Kanala JINNEWS’ê ya YouTubê hat girtin
Kanala YouTube ya JINNEWS'ê ku berê li Tirkiyeyê ji bo gihîştinê hatibû astengkirin, niha ji hêla platformê ve hat girtin.
Navenda Nûçeyan – Kanala YouTube ya ajansa JINNEWS'ê ku nûçe, hevpeyvîn, raporên taybet û nûçeyên vîdyoyî lê têne weşandin, hat girtin. Berê gihîştina kanalê li Tirkiyeyê hatibû astengkirin.
Girtina kanalê piştî rêze astengkirinên ku platformên medyaya dîjîtal ên ajansa JINNEWS hedef digirin, tê. Her wiha hesabên ajansê yên medyaya dîjîtal bi berdewamî hatine astengkirin.
Ajans her bi sînorkirinên gihîştinê re rûbirû maye
Malpera JINNEWS'ê û hesabên medyaya dîjîta,l berê bi gelek sînorkirinên gihîştinê re rûbirû mane. Ajans binpêkirinên mafên mirovan ên jinan, tundiya mêr-dewletê, têkoşînên jinan, têkoşînên ekolojîk û pêşketinên civakî ji perspektîfa jinê ji raya giştî re tîn, tevî hemû astengiyan jî nûçeyên xwe digihîne xwendevanên xwe.