JINNEWS dê bi kanelek nû dengê jinan ragihîne

Kanala YouTube ya JINNEWS'ê ku berê li Tirkiyeyê hatibû astengkirin, ji hêla platformê ve hat girtin. Ajansê karîbû ku kanalek nû ya YouTube veke û dengê jinan ragihîne.

Navenda Nûçeyan – Her medya û rojnamegeriya jinê ji aliyê hêzên serwer an jî mêr-dewlet ve bi êrîşan re rûbirû dimînin. Saziyên ku bi armanca ku deng, têkoşîn, berxwedan û rastiya ku jin dijîn bitepsînin û winda bikin, dibin hedef. Ji ber vê yekê em dibînin ku kanal an jî malparên ku nûçeyên jinan dişopînin, tên girtin an astengkirin.

Kanelek nû hate vekirin

Herî dawî jî kanala YouTube ya ajansa JINNEWS'ê hate girtin. Lê ev yek nekarî li ber ragihandina deng û rastiya jinan bibe asteng. Loma ajansê kanelek nû li ser YouTube vekir. Tevî qedexe û astengiyan JINNEWS, dê dengê jinan û rastiyê bighîne raya giştî.

Tevî zehmetiyan dê ajans bibe deng û rengê jinan

Malpera JINNEWS'ê û hesabên medyaya dîjîtal berê bi gelek sînorkirinên gihîştinê re rûbirû mane. Ajansê ku binpêkirinên mafên mirovan ên jinan, tundiya mêr-dewletê, têkoşînên jinan, têkoşînên ekolojîk û pêşketinên civakî ji perspektîfa jinê ji raya giştî re tîne, tevî hemû astengiyan jî nûçeyên xwe dighîne xwendevanên xwe.

 Hûn dikarin ji vir bighîjin qenala nû ya YouTube ya JINNEWS'ê:

https://www.youtube.com/channel/UC-_0LuFLt9cdvKK-KRvIGlg