Parêzerên Rewşa Awarte: Di êrîşa li dijî bakurê Kordofanê de 8 sivîl mirin
Desteya Parêzerên Rewşa Awarte ragihand ku di êrîşa bi balefirên bê mirov a li ser herêma Um Şeru ya li Bakurê Kordofanê de 8 sivîl hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Wesayîtên sivîlan wêran bûn û erkdarên tenduristiyê hewl dan birîndaran rizgarkin
Navenda Nûçeyan- Li herêmên cuda yên Sûdanê binpêkirinên yasaya mirovî ya navneteweyî zêde dibin, bûyerên ku sivîl dibin hedef, dubare dibin. Ev rewş krîza mirovî girantir dike û fikarên derbarê sûcên şer di qadek ne ewle de zêde dikin.
Hejmara miriyan zêde bûye
Desteya Parêzerên Rewşa Awarte êvara 28’ê Tebaxê, ragihand ku di êrîşa bi balafira bê mirov a li dijî herêma Um Şeru ya herêma Sudrî li Eyaleta Bakurê Kordofanê de 8 sivîl hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Desteyê her wiha diyar kir ku êrîşê çar wesayîtên sivîlan wêran kiriye û dema ku hewldanên rizgarkirin û tahliyekirina birîndaran didomin, balafira bê mirov ji bo êrîşî herêmê bike vegeriya, bi vî awayî li gorî raporên destpêkê hejmara miriyan zêde bûye.
Her wiha desteyê da zanîn ku li herêma Um Şeru ti hebûneke leşkerî an jî şerekî çekdarî tune ye û tekez kir ku hedefgirtina sivîlan binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî û potansiyela sûcekî şer e.
Heta niha derbarê êrîşê de tu daxuyaniyek nehatiye dayîn
Komeleyê êrîş şermezar kir û hişyarî da ku êşa gel zêdetir kiriye û rê li ber birîndaran girtiye ku tedawiya tibî ya têrker bistînin. Nasnameya êrîşkar hîn ne diyar e û heta niha artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek nedane.
Herêma Darfûrê ji Cotmeha 2025’an vir ve ji sê aliyên Bakur, Rojava û Başûr ve şer û pevçûnên berdewam dijî. Ji Nîsana 2023’yan vir ve, li Sûdanê artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn di nava şer û pevçûnê de ne. Di encama van şeran de bi deh hezaran kes mirine û nêzî 13 milyon kes bêwar mane. Ev rewş xwe dispêre payînên NY’ê û navneteweyî.