Jinên Mexrîbî tevlî kampanyaya navneteweyî ya li dijî tundiyê dibin

Parêzvanên mafên mirovan ragihandin ku ew ê bi kampanya navneteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li ser tundiya zayendî û zewacên bi darê zorê ya li ser jinan, kampanyayên hişyariyê û konvoyan organîze bikin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş – 'Kampanyaya dawîkirina şîdeta li ser jinan'; Di nav xwe de salnameya xebatê ya navneteweyî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li ser asta cîhanê tê organîzekirin, her sal di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî destpê dike û heta 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan didome. Jinên parêzvanên mafên mirovan ên Mexrîbê ragihandin ku ew beşdarî vê kampanyaya 16 rojan bûne.

Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan a Marakeş-Safi, Komeleya Evolki ya parêzgeha Al Haouz, Komeleya Têkoşîna Ji bo Wekhevî û Hevwelatîbûnê û rêxistinên cuda yên jinan bernameyên xwe yên kampanyaya cîhanî ya 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan eşkere kirin.

Bernameyên curbecur dê bên lidarxistin

Çalakvan Saîda Kozy da zanîn ku ew plan dikin ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyî de ku wê di 25'ê Mijdarê de dest pê bike û di 10'ê Kanûnê de ku hevdem bi Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye, bernameyên cuda li dar bixin. Saîda Kozy diyar kir ku ew ê li ser gelek mijarên weke zewaca bi darê zorê ya di temenê biçûk de û mîrasê de nîqaş bikin û da zanîn ku dê di demeke nêz de rapora tundiya elektronîk ragihînin.

Zewaca bi zorê ya zarokan

Seroka Federasyona Mafên Jinan a Marrakeşê Asfi Zahra Siddik, diyar kir ku federasyon di çarçoveya kampanyayê de wê gelek çalakiyan li dar bixin û di nav de kampanyayên hişyarkirina tundiyê û di nav çalakiyan de organîzekirina konvoyan jî hene. Asfi Zahra Siddik diyar kir ku ew ê li ser mijarên wekî şîdet, zewaca bi darê zorê di temenê biçûk de û terikandina dibistanê de materyalek ragihînin.

Kampanyayên hişyariyê

Seroka Komeleya Jinan a Avolkî Zahra Ed Alî jî diyar kir ku ji roja damezrandina komeleyê heta niha li gundan perwerdekirina zarokên keç û gihandina wan ji destpêkê ve giranî daye. Zahra Ed Alî bal kişand ku armanca komeleyê ew e ku li ser têgiha şîdetê ya li ser bingeha zayendî civîneke maseya dor li dar bixe û got ku li gel kampanyayên hişyarkirinê, ew ê hewl bidin ku bi aktorên herêmî re bişopînin û wan ji giraniya vê yekê agahdar bikin.

Seroka Komeleya Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Abdo jî da zanîn ku dê komele bi dirûşma "Em hemû ji bo têkoşîneke berfireh û civakî seferber bibin" kampanyayekê li dar bixin.