Jinên ku bi darê zorê hatine koçberkirin derfetên kar ava dikin

Jinên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk ji Girê Spî koçberî Reqayê bûne ji bo jiyana xwe li wê derê bidomînin derfetên kar ava kirin. Ji van jinan Siham Zeydan Abdî, behsa hêvî û serpêhatinên xwe yên ji bo vegera li ser axa xwe kir.

SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM

Reqa-Dewleta Tirk û çeteyên wê, di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest bi êrîşên dagirkeriyê li ser bajarên Serêkaniyê Girê Spî yên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn û di encamê de bajar hatibû dagirkirin bi hezaran welatiyên li wê derê dijîn bi darê zorê ji cih û warê xwe koçber bûbûn.

Êrîşên dagirkeriyê û ambargoya dewleta Tirk a li ser Bakur ê Rojhilatê Sûriyeyê didome, şert û mercên jiyana koçberan gelekî zehmet dike. Gelê ku aboriya xwe ya komunal ava kirine hewl didin ji wê krîzê derbikevin. Gelek jin  hewl didin derfetên kar biafirînin, hinek kes jî cihên kar ên biçûk vedikin. Siham Zeydan Abdî ya 24 salî  ji bajarê Gire Spî Kantona Reqayê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê koçber bûye yek ji wan jinan e.

‘Piştî dagirkeriyê bêyî ku em tiştek bi xwe re bibin ji warê xwe derketin’

Siham Zeydan Abdî, bal kişand ku ji bo jin ji xwe bawer bin û serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin divê dest bi projeyên xwe bikin. Siham Zeydan Abdî ku bi hevjîn û 5 zarokên xwe re ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî koçî Kantona Reqayê bûyegot: “Rewîşa me li bajarê Girê Spî bi aram bû ji aliyê aborî ve baş bû lê belê piştî dagirkeriyê me tiştek li gel xwe negirt û em derketin. Gelek kesan axa xwe terikandin. Ez jî hatim Reqayê. Em li vê derê di maleke kirê de dijîn. Bi hêviya ku rojek vegerim ser axa xwe dijîm.”

Ji sibê heya êvarê dixebitim’
Siham Zeydan Abdî, ji yek rojên xwe bi van gotinan vegot: “Ez sibeyê zû radibim zarokên xwe ji dibistanê re amade dikim. Paşê dest bi amadebûna xwe û zarokên xwe yên biçûk dikim ku herin dibistana dayikê. Ji 8:00 sibê heya 4:00’ê êvarê didome. Piştî ku min kar qedand vedigerim malê xwarinê çêdikim û paqijiyê dikim. Paşê ez heta êvarê ji bo jinên ku dixwazin tiştekî ji dikana min a biçûk bikirin heta derengiya şevê dixebitim.”

Bang li jinan kir
Siham Zeydan Abdî, anî ziman ku yek ji xeyalên wê berfirehkirina dikana xwe ye û got: “Proje ji tiştên biçûk dest pê dikin û dibin projeyên mezin” Siham Zeydan Abdî destnîşan kir ku divê hemû jin xwedî bawerî bin û got: “Ji ber ku dema jin ji xwe bawer bin, bi hêz dibin bi xwebaweriya wan zêde dibe û derdorê ji xwe re mînak digrin.”