Jinên Filistînî bi şeveke çandî mîrateya xwe zindî dikin
Jinên li Xezayê di şeva bi navê ‘Jinên ku çîrokê diparêzin’ de bi riya stranên gelêrî û cil û bergan beşek ji bîra xwe ya çandî vejandin û nîşan dan ku ew mîrateya çandî ya Filistînî diparêzin.
REFÎF ISLÎM
Filistîn – Şeva ‘Jinên ku Çîrokê Diparêzin’ veguherî cihekî ku jin lê kom bûn da ku bîranîna Filistînê pîroz bikin, ji stran û gotinên pêşiyan bigre heya cilên neqişkirî, reqsa dabke û çîrokbêjiyê. Jina hewl dan aliyên jiyana çandî yên di dema şer de hatine paşguhkirin û wêrankirin vejînin.
Di bin pankarta ‘Jinên ku Çîrokê Diparêzin’ de, Foruma Çandî ya Jinên Filistînî duh şeveke çandî, folklorîk û mîrateya Filistînî li dar xist. Armanca vê çalakiya jinan ew bû ku mîrateya Filistînî bi stran, gotinên pêşiyan, reqsa dabke û bi şêwazên cûrbecûr ên hunerî, di nava hebûna jinan a berbiçav de, pîroz bike û hûrguliyên wê vejîne.
Ji bo jinan

Seroka Foruma Çandî ya Jinên Filistînî Fatên Harb da zanîn ku ev çalakî ji destpêka forumê ve ya yekem a vî rengî ye. Fatên karakterê wê yê bêhempa wekî çalakiyek "ji jinan ji bo jinan" destnîşan kir û diyar kir ku beşên hunerî yên curbecur vedihewîne. Di nav de stranên kevneşopî, gotinên pêşiyan ên gelêrî û reqsa dabke her wiha pêşbirk û çalakiyên din ên bi nasnameya Filistînî ve girêdayî ne.
Fatên Harb da zanîn ku çalakî piştî şerê bûye sedema wêraniyê hatiye lidarxistin û wiha got: "Jinan dixwest ji bi kavilan rabin da ku ji nû ve ava bikin. Xwestin cihekî biafirînin da ku rastiya jinên Filistînî nîşan didin û mîrateya xwe li hemberî hewldanên têkbirina nasnameya çandî biparêze.”
'Şevbuhêrk bû cihê ku jin hestên xwe bînin ziman'
Fatên Harb diyar kir ku hedefgirtina navendên çandî û deverên arkeolojîk di dema şer de hewcedariya parastin û vegerandina mîrata Filistînî zêde kiriye û wiha pêl da gotinên xwe: "Şevbuhêrk ne tenê çandî bû, di heman demê de ji bo jinan cihekî ava dikir ku hestên xwe yên veşartî der bikin. Ji ber ku ew hewceyê kêliyên kêfxweşiyê ne. Dixwezin bi hevrebûnê û ji nû ve girêdana bi sembolên xwe yên Filistînî nîşan bidin."
Di şeve de beşdaran xwe bi cilên Filistînî yên neqişandî û kefiyan xemilandin. Dîmenê wan hêmanên bîr û mîrateya gelêrî ya Filistînî diteyîsand.
Mîrateya çandî di hûrguliyên jiyanê de ye

Çalakvana civakî Cûliyêt Ebû Şanab got ku hebûna wê piştgirî dide afrîneriya jinan di warê çandî de bi taybetî ya bi mîrateyê ve girêdayî. Cûliyêt bal kişand ser girîngiya ji nû ve bikaranîn û zivirandina hinek berhemên ku ji ber şer zirar dîtine her wiha da zanîn ku ew hewl didin teşwîqkirina jinan a mîrateyê biparêzin û bi kêmasî be jî vejînin.
Cûliyêt Ebû Şanab wiha axaftina xwe domand: "Cilên neqişandî yên taybet ên her bajarê Filistînî, digel seramîk û kelûpelên sifir, di nava taybetmendiyên herî berbiçav ên mîrateyê de ne. Metelokek navdar a Filistînî dibêje "Ji axê axa te, ne li ser rûyê te" ku dayik û dapîran digot dema ku yek ji kurên wan biryar didan bi kesekî ji neteweyek din re bizewice."
Cûliyêt Ebû Şanab eşkere kir ku neqşên Filistînî di hûrgiliyên jiyana rojane de hene. Ji tabloyên dawetê yên Filistînê bigre heta cil û bergên kesane û got: "Dema ku em ji mala xwe reviyan berî her tiştî, me tiştên xwe yên kevnar ên mîrate ne bi xwe re birin. Ji ber ku ew bîranîn, nasname û çanda me nîşan didin."
Cihê hevdîtin û vegerandina jiyanê

Xebatkara civakî ya Civîna Malbatên Filistînî Emal El-Batrawî got ku beşdarbûna wê ya çalakiyê beşdarbûna wê ya yekem a çalakiyeke çandî ya jinan e piştî êrîşan û destnîşan kir ku wê di çalakiyê de ji bo cara yekem piştî demek dirêj bi çend hevalên xwe re hevdîtin kiriye. Her wiha da zanîn ku hevdîtina jinan bi jinên din re dibe alîkar ku tenduristiya derûnî baştir bibe û hilberîn û afirîneriyê zêde dike. Diyar kir ku bi taybetî dema çalakî bi mîrateyê ve girêdayî bin, di heman demê de adet, kevneşopî û hînbûnên ku ji aliyê nifşan ve tên vegotin jî vedihewîne.
Gotinên dapîrê ji Google-ê hêjatir bûn

Sumaya Sabêt tekez kir ku gotinên pêşiyan beşek girîng a çîrokbêjî û mîrateya Filistînî ne, dapîr di demên berê de, berî hatina motorên lêgerînê û hişe çêkirî çavkaniya zanînê bûn. Sumaya Thabet wiha domand: “Piraniya tiştên ku nifşên niha dijîn berê ji aliyê dapîran ve bi riya gotinên pêşiyan hatine vegotin û li dijî wan hişyarî hatiye dayîn. Ji ber ku hûrguliyên jiyana rojane bi van gotinan ve girêdayî ne. Mînak dibêjin: "Cîranê xwe berî mala xwe hilbijêre", "Demek dirêj bijî û tu yê gelek tiştan bibînî", "Ger bayê li rûyê te dixe, derî bigre bêhna xwe vede" û "Xwarinên havînê ji bo zivistanê kêrhatî ne."
Hunera di nava konan de

Endama tîma folklorê ya Filistînî ya di konan de, Hîba Ebû Hedef ku di sala 2016'an de hatiye damezrandin, li ser ezmûna tîmê axivî, ku wê wekî "ji dilê konan çêbûye" bi nav kir. Endamên wê ji nav keçên ku di konan de jiyane hatine hilbijartin û rol di navbera wan de hatine belavkirin.
Hîba Ebû Hedef diyar kir ku tîm ji 16 keçan pêk tê ku ji bilî performansên dabke û şanoyê, stranên kevneşopî yên Filistînî, di nav de "Ala Hawara", "Ya Ghazzatna" û "Tamine Elli Qal", pêşkêş dikin. Hîba destnîşan kir ku tîm heta niha 14 performansên cuda pêşkêş kirine, ji dabke û stranbêjiyê bigre heya hilberînên şanoyê, tevî dijwariyên ku ew pê re rûbirû dimîne, di serî de nebûna cihekî daîmî ji bo prova û performansan.