Jinên ciwan li dijî her cûre tundiya mêr-dewletê meşiyan

Jinên ciwan ên li dijî her cûre êriş û tundiya li ser jin meşiyan teqezkirin ku ew ê li djiî tundiyê her tim li kolanan bin.

Kobanê – Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê ya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi diruşmeya "Jin, jiyan,azadî" çalakiyan birêxistin dikin. Jinên Ciwan ên herema Firatê bi beşdarbûna endamên Kongra Star û HPC-Jin di çarçoveya rêzeçalakiyên 25`ê meşekî girseyî lidar xistin û pêşeng û têkoşerên jin ên di êrişên mêr-dewletê de jiyana xwe jidest dane bibîr anîn.

Jinên ciwan ku di bin silogana "Em milîtanên serdema şoreşa jin in" meşa xwe birêxistin kirin, li ber Meclîsa kantona Kobanê kombûn û bi hilgirtina pankartên bi nivîsa "Her şehîdeke soza tolhildanê ye", "Em ê bi artêşbûna jin bi serkevin û dagirkeriyê têk bibin", her wiha alên Yekîtiya Jinên Ciwan dest bi meşê kirin û ber bi qada Jina Azad ve çûn û rawestiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtin berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî axivî û got; "Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan têkoşîneke bê navber li dijî tundî û destdirêjiya li ser jin didin meşandin. Ji ber vê em bang li malbatên xwe dikin ku ew jî di vê mijarê de bibin alîkar da ku em bikarbin dawî li vê tundiyê bînin. Ev yek jî bi bîrdoziya Rêber Apo ya azadiya jin û civakê pêkan e. Ji lewra em ê bi vê felsefeyê li hember tundiya ku ji aliyê civakê û dagirkeriyê ve li hember jinan tê meşandin ji holê rakin."

Paşê li hawîrdora peykera Jina Azad bi dehan wêneyên têkoşerên ku di encama êrişên ku bi aqilê mêr-dewletê pêk hatiye jiyana xwe ji dest dane, hatin danîn û li rex wêneyan bi siloganên "Jin, Jiyan, Azadî" find hatin pêxistin.

Jinên ciwan yên ku beşdarî meşê bibûn ji ajansa me re axivî.

‘Em felsefeya azadiya jin di têkoşîna xwe de bingeh digirin’

Rojîn Elî bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî her cûre tundiya li ser jin û wiha axivî; "Meşa me hata qada Jina Azad hat. Ev qad ji bo me sembola têkoşîn û berxwedana li dijî tundiya ku ji aliyê pergala mêr-dewlet ve li ser jin tê meşandin e. Ji ber vê li darxistina çalakiyeke di vê astê de xwedî derketina li têkoşîn û mîrateya jina berxwedêr e. Ev mîrate û şoreşa ku bi pêşengiya me hat li darxistin, hêz û baweriyê dide me ku em jî îro li kolanan bin û li dijî tundiya ser jin dengê xwe bilind bikin. Îroj ji bo jinan bi dehan rêxistin, sazî û rêxistin palpiştin, heta mirov dikare bêje felsefeyeke heye ku em di têkoşîn û azadiya xwe de bingeh bigirin. Emê bi vî rengî têkoşîna xwe xurt bikin û jinan ji tundiyê rizgar bikin."

‘Hemû rojên me 25`ê Mijdarê ne’

Jina ciwan Hebûn Mihemed helwesta xwe wiha anî ziman; "Ev roj ji bo me, roja serhildan û bilindkirina têkoşînê ye. Lê em weke jinên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn, hemû rojên me rojên têkoşîn û serhildana li dijî hişmendiya mêrperest  ya tuneker. Ev 5 hezar sal in ku jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin, pergala mêr-dewlet jî xwe li ser tunekirina jin û nirxên civakê ava kiriye. Şoreşa 19`ê Tîrmehê û pergala Netewa Demokratîk derfeta herî mezin ya ji holêrakirina vê hişmendiyê ye, em jî di hemû rojên xwe de vê derfeta zêrîn bikar tînin da ku em heqîqeta jin û civakê nûjen bikin û bikarbin dîrokê sererast bikin. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan pêşengiya vê yekê bikin û bi bîrdoziya "Jin, Jiyan, Azadî" bi serkevin."