Jinên ciwan bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan, li kantonên Dêrazor, Reqa û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî hate li dar xistin.

Jinên ciwan bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin

Reqa- Îro bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan, li kantonên Dêrazor, Reqa û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Kom Bibin" meşekî girseyî hate li dar xistin.

Girse ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê ber bi Qada Jina Azad a bajarê Reqayê ve meşî. Girseyê li Qada Jina Azad deqeyekê rêz girt.  Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Selma Mûsa di meşê de axivî û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirê 27 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin û ev yek bi armanca tepisandina fikra aştiyê ye. Selma Mûsa, wiha axivî: "Rêber Apo rêberekî ku di navbera gelan de aştî û çanda jiyana hevbeş diparêze ye. Dewleta Tirk xwest wî bêdeng bike, lê fikir û felsefeya wî belavî cîhanê û rê nîşanî gel dike.”

 

‘Em ê heta mîsogerbûna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin’

Selma Mûsa, diyar kir bi taybetî li Sûriyeyê ku şer zêdetirê 14 salan didome, binpêkirinên li dijî gel û komên baweriyên cuda gihîştiye asta qirkirinê. Selma Mûsa, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyan kir bibin yek û got "Em ê heta mîsogerbûna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Kantona Dêrazorê Nûr El Hesen jî axivî. Nûr El Hesen, di axaftina xwe de destnîşan kir ku wê jin li dijî tundî û zextê bêdeng nemînin û got: “Em wekî jinên ciwan têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Sûriyeyek aştî û edalet serwere mezintir bikin.”

 

‘Ramanên Rêber Apo sînor û dîwaran derbas dike’

Endama Meclîsa Kombûna Jinên Zenûbiya Vahîde El-Abdullah jî, diyar kir ku hemû hewldanên ji bo tepeserkirina ramanên gerdûnî yên Ocalan vala derket û got: "Ramanên wî sînor û dîwaran derbas dike. Emê heta mîsogerbûna azadiya wî ya fîzîkî, li kêleka wî ne."