Jinên Êzidî wê di 3. Konferansa Cîhanî ya Jinan de qala têkoşîna xwe bikin
Jinên Êzidî yên tevlî 3. Konferansa Cîhanî ya Jinan bûn, bal kişandin li ser girîngiya konferansê û gotin ew ê bi qasî êşên ku jinên Êzidî jiyane, dê têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî jî bi jinên cînanê bidin nasîn.
Tûnis - Bi dirûşma "Piştgirî û hevgirtina bi jinan re" bi beşdariya delegeyên ji nêzî 30 welatên cûda yên cîhanê Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinan îro li Tûnisê dest pê kir. Di konferansa ku dê heya 10’ê mehê bidome jinên Êzidî jî amade ne.
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Riham Hico û Rêvebera Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî ya li ser navê jinên Êzidî tevlî 3’emîn Konferansa Cîhanî ya Jinan bûn, diyar kirin ku ew e rastiya Şengalê, rastiya jinên Êzidî û têkoşîna jinên Êzidiyên yên piştî çeteyên DAIŞ’ê ji hemû cîhanê re ji hemû jinên cîhanê re vebêjin.
“Ji her çar aliyê cîhanê jin beşdar bûne”
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, spasiya komiteya amedekar ya konferansê kir ku wan vexwendine vê konferansê û wiha axivî: “Em îro wekî jin li ser navê Şengalê tevlî 3’emîn Konferansa Cîhanî ya Jinan li Tûnisê bûn. Nêzî ji 30 welatên cûda yên cîhanê jin beşdarî konferansê bûn. Ji welatên Ewropî, ji welatên Ereb û ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarbûn çêbû. Em ji bo li ser rewşa Êzidiya û rewşa jinên Êzidî nirxandina xwe parve bikin tevlîbûn.”
“Em ê têkoşîna jinên Êzidî vebêjin”
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Riham Hico da zanîn ku ewê tevlî nirxandinan bibin û daxwazên gel û jinên Êzidî û êşen ku jin jiyanê vedibêjin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em daxwazin di 3’emîn Konferansa Cîhanî ya Jinan li Tûnisê de armancên xwe, rastiya Şengalê, rastiya jinên Êzidî û têkoşîna jinên Êzidiyên yên piştî çeteyên DAIŞ’ê ji hemû cîhanê re ji hemû kesan re vebêjin û xwe bidin naskirin. Kesên îro me bi cil û bergên me dibînin daxwazin me nas bikin. Yên ku herî li ser rûyê cîhanê rastî destdirêjî û neheqiyê hatin em jinên Êzidî ne. Mafê me heye ku em îro li vir daxwaza heqê bikin. Me îro bi meşêk konferansa xwe da destpekirin û heta 10’ê mehê gelek xebat û çalakî dê were meşandin. Em ê jî wekê jinên Êzidî di nav nîqaş û nirxandinan de cihê xwe bigrin. Em ê di heman demê de di bernamayê de aloziyên li Iraqê tên jiyîn vebibêjin.”
“Ji êşê wêdetir emê qala têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî bikin”
Rêvebera Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî diyar kir ku pêkanîna konferansek wiha ji bo tevahî jinan gavek pir mezin e û wiha got: “Hemû jinên cîhanê îro li vê derê amade ne, em jî weke jinên Êzidî hatine ku beşdarî vê konferansê bibin. Ev sêyemîn Konferansa Jinên Cîhanê ye ku dê bê lidarxistin. Em jî weke jinên Êzidî hatine ku têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî bi jinên cîhanê bidin nasîn. Em ê êşa xwe jî bidin nasîn, lê ji vê wêdetir emê têkoşîn û berxwedana jinên Êzidî bidin nasîn. Ev demek e pir xweş e ku hemû jinên cîhanê hatine vê derê kom bûne. Wek jinên Şengalê ev yek ji bo me jî pir girîng û pîroz e. Em car din kêfxweşiya xwe tînin ser ziman ku xebatek bi vê rengê tê lidarxistin. Ev gavek pir mezin e ji bo tevahî jinan. Ev yek nîşaneya wê ye ku jin dikare her tiştî ava bike.”