Jinên Êzîdî: Qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) di salvegera 3’emîn a qetilkirina Jîna Emînî de diyar kirin ku qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye, bê jin jiyan ava nabe.

Şengal Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ku li Rojhilat û Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî re li cîhanê deng veda, ket sala xwe ya 3’yemîn. Jinên Êzîdî qetilkirina jinan û rola jinan a di meşandina jiyanê de, ji ajansa me re nirxandin. Jinan diyar kirin ku hemû komkujiyên li ser jinan tên kirin bi hişmendiya dewleta mêr tên kirin.

‘Jin xwe biparêzin, kes nikare îradeya wan bişkîne’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîz Celal diyar kir ku ger jin xwe birêxistin nekin, wê hertim rastê komkujiyan werin û wiha axivî: “Ger jin bindest û kole be, zanebûnek wê nînbe, ji her milê ve jin dibin hedefa qetlîaman. Jinek ger di mejî û bîr de wek zilam bifikire jî ew jin bindest e û dibe hedef. Jîna Emînî ji ber ku porê wê ji derve xwuya kir, ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Berê li gel me Êzîdiyan jî servekirîbûn şerm dihat dîtin, lê ev 10 salên dawiyê ev ji nav civaka me êzîdiyan rabûye. Heya niha çi ferman, çi ne baş bûye, hemû li ser jinên Êzîdî dihat ferzkirin. Ev jî bi xwe re xwe kuştinê, şewitandinê dianî. Por vekirî be ne vekirî be nabe ku li ser jinan bê ferzkirin. Xwekuştin di nav baweriya me êzîdiya de tuneye. Hêviya me ew e ku qetilkirina jinan di hemû cîhanê de were bidawîkirin.”

‘Jin jiyan e’

Pakîz Celal di dawiya axaftina xwe de da diyar kir ku jin jiyan e, bê jin jiyan nabe û wiha got: “Ger jin bi azadiya xwe re be, hay ji xwe hebe, jin jî xwe biparêze, kes nikare li hember îrada jinê rabe û qetlîaman li ser wê ferz bike, jin nebe jiyan nabe û her dem jin civakê ava dike.”

‘Fikrê Rêber Apo ji bo me jinan bûye ronahî’

Endama meclîsa TAJÊ Tewrê Feqîr jî qetilkirina jinan bibîr xist û got: “Ji ber ku piçek porê jinê ji derve ye, di qetlîaman re derbas dibe. Zilam nahêlin jin di jiyanek bi wate de bijîn. Pêşiya jinan digrin. Em jî tu car nahêlin jin di qetlîaman re derbas bibin û tenê di mal de bên girtin, binkevin. Em ê biserkevin, ji ber ku fikrê Rêber Apo di civaka me de ji bo jinan bûye ronahî. Em ê her tim li pey fikrê Rêber Apo bin û em ê tu carê xwe wek bindestê hinekan nebînin. Em bi zanebûna rast di ferqa xwe de ne êdî kesek nikare li ser jinên Êzîdî qetlîama rake. Zilam dibe sedem ku jin xwe bikujin ev kiryar hemû bi destê zilaman tên kirin. Tişta herî xelet, xwe şewitandin û xwekuştin e.”

‘Divê jin xwe nas bikin’

Di dawiya axaftina xwe de Tewrê Feqîr bang li jinan kir û got: “Bangawaziya min ji bo jinan ew e ku bila jin rabin ser xwe û xwe bindest nebînin. Jin dikare êdî her tiştî bike. Ji perwerdê bigre heya çûyîna derve, xwe bi xwe rêvebirinê. Ji bo jiyana xwe, ji bo azad bijîn, divê hemû jin xwe nas bikin.”