Jinan li dijî şîdeta mêr-dewletê û faşîzmê li qadan in

Li seranserê Bakur û Rolhilatê Sûrî ya dewleta Tirk ji dîroka 19’ê Mijdarê ve bi balafirên şer êriş dibe ser, jinan bi tilîliyan û bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî şîdeta mêr-dewletê û faşîzmê meşiyan.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî jinan bi dirûşmeya “Li dijî her cureyên tundiya dewlet û hişmendiya zilam; Jin, Jiyan, Azadî” li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan bûn. Jinan li gel tundiya mêr-dewletê, li dijî êrişên faşîzmê ku delwte Tirk ji dîroka 19’ê Mijdarê ve êriş dibe seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî bi tilîliyan û helwesta berxwedanê bersiv dan êrişan. Ji qadan dirûşmên ‘Jin, Jin, Azadî’ bilid bû.   

Qamişlo

Gelê navçeya Tirbesiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê daketin qadan. Di meşê de êrişên dewleta Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî hat şermezarkirin.

Di meşê de pankartên mîna “Li dijî her cureyên tundiya dewlet û hişmendiya zilma Jin jiyan azadî”, “Divê ezmanê Bakur û Rojhiltê Sûriyê bê girtin” her wiha wêneyên pakrewanên jin, pakrewanên ku di komkujiya dawî de jiyana xwe ji dest dane, alên Konra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibû hildan. Meşa ku li ber dêriya Navenda Kongra Star destpêkir, heta li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan dom kir.

Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbesiyê Nûredîn Şakir wiha axivî: “Îro 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Jina kurd êdî pêşenga şoreşa jinên cîhanê li her derê dike, loma çavê dagirkeran lêye ku şoreşa jinê bin bixînin. Em ji dijmin re dibêjin êdî berxwedana jinê belavî tevahî cîhanê bûye. Çirûska şoreşê belavî tevahî şoreşa welatan bûye.  Bila Erdogan û hevalbendê wî bizanibe, gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe ve, bi qasî bilindbûna çiya em ê li ber xwe bidin. Dijmin dibêje ez ê we birçî bihêlînim, we penaber bikim, lê tu çi dikê bikî, em li virin û dev ji axa xwe bernadin. Tovê berxwedanê li Rojavayê Kurdistanê hatiye çandin. Dê xwîna qehreman û şehîdên me her çavkaniya jiyana me bin.”

Meş bi dirûşma “Bimre dagirkerî” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Hesekê

Roja 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, ev rojê bingehê xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire. Ji 12’ê Mijdarê de rêzeçalakiyên Kongra Star derbarê Tundiya li dijî jinan dewlam dike. Îro bi hezaran Gelê Kantona Hesekê li Çarxereya Sînalko a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê kom bûn. Meşvan tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê  bi meşek girseyî şermezar kirin. Di meşê de alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Şehîdan û pankartên bi nivîsa “Dijî dagirkeriyê û hevkariya wan em ê rûmeta xwe biparêzin” û “Jin Jiyan azadî’ hatibû rakirin. Meş ji çarxereya Sînalko des pê kir û li çarxereya Şehîd Avêsta veguherî mitîngê.

‘Deskeftiyên şoreşa jin armancê hêzên desthilatdara ye’

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê hedefgirtina şoreşa bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin û wiha axaftina xwe domand: “Dijmin ji bo binxistina civakê û ferizkirina desthilatdariya xwe jinan dike hedef, bi hemû rê û rêbazan cureyên şidetê li ser jinan dide meşandin da ku armanca xwe pêk bîne. Lê di şoreşa Rojava de jin hebûna xwe isbat kir û ji bo azadiya jinan di hemû qadên jiyanê de cih girt. Deskeftiyên şoreşa me ji têkoşîn û berxwedaniya xwişkên Mîrabel hatiye bi dest xistin. Lewma bi serhildana ku îro di bin dirûşmeya Jin Jiyan azadî li îranê pêk hat dewletên desthilatdar bûn yek û li dijî gelê herêmê operasyonek des pê kir û êrîşî herêmê bi balafiran dike. Bêdengiya dewletên navneteweyî jî destekdayînê dide van êrîşan û çavê xwe li ser hovîtî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker girtiye.”

‘Gel xeta berxwedaniyê hilbijartiye’

Endamê Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebidelxenî Oso wiha got: “Îro li dijî fikir û felsefeya azad a ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan da pêşiya gelan komployek qirêj a qirkirinê dewam dike da ku hişmendiya bi hezarê salan hatiye feriz kirin zindî be û civakê têxe bin kontrola xwe. Pirojeya Netewa Demokratîk xeterî li ser hebûna xwe dibînin lewma bi hemû rê û rêbazan êrîş dikin. Gelê bakûr û Rojhilatê Sûriyê xeta berxwedaniyê hilbijartiye û ji bo têkbirina pilanên qirkirinê yekîtiya xwe xurt kirine û daketine kolanan . Em bang li tevahî gelên Rojhilata Navîn dikin ku li hemberî kiryaraên hov bisekinin û piştgirî bidin gelê bakûr û Rojhilatê Sûriyê.”

Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Li qada Jin a Azad ya Kobanê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda

Bi sedan ji jin, ciwan û mêrîn kantona Kobanê li qada şehîd Egîd kombûn û li dijî tundî û êrîşên dewleta tirk meşeke girseyî lidarxistin. Di meşê de wêneyên têkoşerên komkujiya Helincê, Jîna Emînî, alên Kongra Star, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocqlan û pankartên bi nivîsa "Na ji qirkirina jin re" û "Na ji kuştina jin re" hatibûn hilgirtin.

Beriya ku meş ji qada şehîd Egîd destpê bike, ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ya Kobanê şanoyek derbarê tundiya ku li ser jin tê meşandin û têkoşîna jinan a li hember tundiyê hat pêşkêşkirin.

Pişt re meş bi berzkirina diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Berxwedan jiyan e" birêket û li qada Jin a Azad rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Kordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî.

Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cîhanî bû

Mizgîn Xelîl têkoşîna jinan ya ku di bin diruşmeya "Jin, jiyan, azadî" pêk tê, silav kir û wiha got: "Têkoşîna ku ji hersê xuşkên Mîrabel destpê kir, di roja îro de bi felsefeya Rêber Apo û birdoziya rizgariya jin li her çar perçeyên Kurdistanê dewam dike. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi vê mîrateyê têdikoşin û di qadên siyasî, leşkerî, diblomasî û tevahî warên jiyanê de xwedî destkeftî ne. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên bi pêşengiya jin û bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" gihîştiye lutkeyê û cîhanî bûye. Li ser vê bingehê em vê yekê dibêjin, wê têkoşîna me ya li dijî hişmendiya ku 5 hezar sal e jinan qir dike dewam bike. Emê ji bo dawîkirina desthilatdarî û koletiyê li qadê têbikoşin, em ê ji bo azadiyê li ser piyan bin."

Meş bi diruşmên "Şehîd namirin" û "Bijî têkoşîna jinan" bi dawî bû.

Jinên ku beşdarî meşê bibûn, hestên xwe yên ji bo vê rojê wiha parve kirin.

‘Divê ku zewaca zarokan ji holê rabe’

Jina ciwan  Şêrîn Hisî bi taybet bal kişand ser zewaca zarokan û wiha got:  "Yek ji pirsgirêkên ku em weke jinên ciwan pê re rû bi rû dimînin zewaca bi darê zorê ango zewaca zarokan e. Dema ku temenê keçikê dibe 13-14 sal, malbat yekser wê dizewicîne. Lê di vê temenî hîn zarok ji aliyê fîzîkî û têgihîştinê de lewaz e, her wiha derûniya wê nikare rewşeke bi vî rengî tehemûl bike. Ji ber vê gelek ji wan bi xwekûştinê re rû bi rû dimînin. Bi taybet ji bo vê mijarê banga min ji bo malbatan e, zarokên xwe bi destên xwe qetil nekin. Berovajî, wan destek bikin û ji bo wan bibin palpişt da ku xwe nas bikin."

‘Serkeftina têkoşîna me bi birdoziya azadiyê pêkan e’

Her wiha şanoger Leyla Ehmed ku cihê xwe di şanoya li dijî tundiyê de cih girt, wiha axivî: "Tevî asta ku jin gihîştiyê, em dibînin ku heta niha jin bi tundiyeke veşartî re rû bi rûye. Ev yek di nava malbatê de, ango kar û dibe li kolanan jî bi vê yekê re rû bi rû bimîne. Ji ber vê me weke şanogerên Kobanê şanoyeke di çarçoveya rêbazên tundiyê ku jin pê re rû bi rû dimînin pêşkêş kir. Me xwest bi vê şanoyê re hêz, hêvî û baweriyê bidin jinan ku êdî li hember tundiyê bêjin na. Dîroka jin dewlemend e, ev yek jî nayê veşartin. Em ê jî bi rihê 25’ê Mijdarê têbikoşin û dawî li hemû cûreyên tundiyê bînin. Em ê di vê têkoşîna xwe de birdoziya Rêber Apo ku ji her tiştî zêdetir, nirx da jinan bingeh bigirin. Serkeftina me ya di vê têkoşînê de bi vî rengî pêkan e."

Şehba

Bi diruşmeya "Li dijî her cureyên tundiya dewlet û zihniyeta mêr; Jin, Jiyan, Azadî" Kongra Star a Efrîn-Şehbayê bi boneya 25'ê Mijdarê ya Roja Cihanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jin meşek li kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li darxistin.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehba beşdarî meşê bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Jîna Emînî û jinên di encama êrişên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha pankertên bi nivîsên "Jin, Jiyan, Azadî","Kuştina jin, kuştina civakê ye","YPJ'ê Hêza Parastina Jinê ye" hildan. Meş ji destpêka wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê heyanî parka Rêber Abdullah Ocalan ê navçeyê dom kir.

Meş li parkê vegeriya mêtîngê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Paşê endama Koordinasyona Kongra Star a herêma Efrîn Elîf Şêx Mihemed tundiya ku li ser jin ji aliyê hişmendî û sîstemên dewletê ve tê meşandin şermezar kir û wiha got: "Em di vê rojê de soza bilindkirina tekoşîna li dijî tundiyê nûjen dikin. Berxwedana her sê xwîşkên Mîrabel ku li hember sîstemên dewletê dane meşandin, îro em jinên Kurdistanê wê berxwedanê didomînin li hember siyaseta AKP/MHP'ê ku bi serkêşiya Erdoxan tê meşandin. Em şopdarê jinên pêşeng in ku serî li hember tu siyasetê netewandine.”

Piştre ji aliyê Kongra Star ve şanoyek bêdeng li ser tundiya ser jin û berxwedana wê li dijî tundiyê vedibêje, pêşkêşî gel kirin.

Meş bi diruşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.

Til Temir: Êrîşên dewleta tirk tundiya herî mezin a li dijî jinê ye

Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, bi diruşmeya "Li dijî hemû cureyên tundiya dewletê û hişmendiya zilam; Jin Jiyan Azadî" Kongra Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek derbarê êrîşên ku li ser herêmê û li dijî jinan bi taybetî dibe, dan.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Ev 5 hezar sal in heya niha jin bi gelek cureyên tundiyê, diziya maf, kuştin û revandinê re rû bi rû dimîne. Jin tenê wekî makîneya bikaranîna zarokan û karê malê dihate bikaranîn û tu rêzgirtin di nava civakê de jêre nedihate girtin. Tevî ku di serdemên kevn de di asta xwedawendan de bû. Îro piştî rûniştandina projeya Netewa Demokratîk, tevgera azadiya jinê jinan êdî xwe û mafê xwe nas kir. Ji berê zêdetir xurtir û birêxistintirî bû, ji ber wê jî em dibînin ku dijmin hewl dide hêza wê bi kuştin û sûcên derheqê wê de, bişkîne û bê îrade bihêle. Dijmin ji rêxistinbûyîna jinan ku ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin, ditrise. Ji lewra di oxira rêya azadiyê de û xwenasînê de me gelek berdelên giranbuha dan û gelek rêhevalên xwe binax kirin.

Wekî Sakîne Cansiz, Hind û Sida, Hevrîn Xelef, Sosin Bîrhat, Zeyneb û Jiyan. Îro jî êrîşên dewleta tirk a dagirker şoreşa jin û rêveberiya xweser hedef digre, ev yek jî di rêya girtina çiraya kesk ji aliyê hêzên garantor ku ev jî ji dijwartirîn tundî ye. Vekirina qada hewayî li ber balafirên dewleta tirk a dagirker tê wê wateyê ku dixwazin hêz û îradeya jin û gelan ku ev 10 sal in dirêj kiriye û qelenê wê jî 12 hezar lehing û pekrewan bûn, bişkînin. Armanca van êrîşan têkbirina hêza civakê û xirakirina binesaziya herêmê ango çavkaniyên jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha bêbandorkirina projeya Netewa Demokratîk ku ev proje nakeve xizmeta dewletên mezin û hegemonîk re. Heman wextê ev proje wê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên Sûriyê û taybet Rojhilata Navîn.

Ji lewra em bi tundî hişmendiya baviksalarî a desthilatdar ya dewletê ku li hember hemû êrîş û bûyerên ku herêma me pêre rû bi rû dimîne bêdengiya xwe nîşan didin, şermezar dikin. Em bang li rêxistinên demokrat, rêxistina mafê mirovan li dijî sûcên ku li dijî mirovahî û taybet jin pêre rû bi rû dimîne, bi erkê xwe ve rabin û êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin rawestandin."

Daxuyanî bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.