Jinan ji bo azadiya fîzîkî Abdulah Ocalan ji CPT'ê re name şandin

Endamên meclîsên jinan li bajarên Maînz, Wîesbaden û Bîngenê ên girêdayî Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan name ji CPT’ê re şandin.

Jinan ji bo azadiya fîzîkî Abdulah Ocalan ji CPT'ê re name şandin

Navenda Nûçeyan-Meclîsên jinan ên li bajarên Maînz, Wîesbaden û Bîngen ên Almanyayê xebatên xwe dimeşînin, di çarçoveya kampanyaya ji alî Tevgera Jinên Kurd ji bo fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û  ji CPT, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê nameyan dişînin de, bi dehan name şandin.

Jinan diyar kirin ku ew tecrîda Îmraliyê qebûl nakin û gotin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re aştî” mezin bikin.