‘Ji Rojhilata Navîn û cîhanê piştgirî dan Sûriyeya nenavendî û wekhev’

Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Ronahî Hesen da zanîn ku kampanyaya ji bo Sûriyeya nenavendî û nûnertiya wekhev dabûn destpêkirin, rastî elaqe û piştgiriyek mezin a jinan hatiye.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya, ji bo jinên Sûriyeyê di 20’ê Îlonê de, lidar xistibû. Konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê li Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî de ye",  biryarên girîng stendibû. Yek ji biryarên wê, destpêkirina kampanyayeke berfireh a jinan a li hundir û derveyî Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û piralî ya li ser bingeha azadî û edaleta civakî bû.

Bi vê biryarê Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star, di 12’ê Cotmehê dest bi kampanyayek kirin û di 12’ê Mijdarê de bi dawî bû.

Têkildarî rêveçûna kampanyaya ku mehekê berdewam kir û encamên ku hatin bidest xistin, Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk Ronahî Hesen axivî.

Kampanya biryara giştî jinên Sûriyê bû

Ronahî Hesen da zanîn ku kampanya “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyek nenavendî pir rengî û demokratîk ava bikin” yek ji biryarên Konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê li Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî de ye" hatibû girtin bûye û got ku girîngiya destpêkirina kampanyayê, biryara giştî ya jinên Sûriyeyê bû.

Li gorî Ronahî destnîşan kir, armanca kampanyayê avakirina zextekî piralî li ser hikûmeta veguhêz a demkî ye, da ku Sûriyeyek demokratîk, pir rengî hemû pêkhate di nav de cih bigrin û bi îradeya jin Sûrî were rêvebirin, ava bibe.

Kampanya bi du daxuyaniyan yek li Qamişlo û ya dawî li Reqayê hatibû destpêkirin. Gelek jinên Sûriyeyê ji çalakvanan, siyasetmedar, jinên serbixwe, rêxistinên jinan ên di hundirê Sûriyeyê de beşdar bûn. Jinên Sûriyeyê daxwazên xwe di çarçoveya jin Sûriyeke çawa dixwazin, ji bo komîteyê şandin. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de beşdarbûn çêbû, jinên siyasetmedar, partiyên siyasî û kesên serbixwe jî beşdarî kampanyayê bûn.

Daxwazên nûnertiya ji sedî 50  ya di navendên biryarê de

Ronahî Hesen da xuyakirin ku armancên wan yên kampanyayê, avakirina Sûriyeyek nû ye û ev agahî dan: “Ligel wê jî destûrek nû mafê hemû pêkhateyan were misogerkirin û parastin, ya girîng mafê jinan were parastin, were nivîsandin e. Heman demê di avakirina meclîsa gel a ji aliyê hikûmeta veguhêz a demkî a HTŞ’ê de, rola jinan hatibû paşguhkirin. Daxwazên nûnertiya ji sedî 50 ji jinên Sûriyê di navendên biryarê de jî, yek ji armancên vê kampanyayê ne.”

‘Ji bo siberoja Sûriyê hevgirtina jinan gavek girîng e

Girîngiya avakirina hevgirtina jinên Sûriyeyê li hember şer, tundî û qirkirina ku jin pê re rû bi rû dimîne, gavek girîng e ji bo siberoja Sûriyeyê, li gorî ku Ronahî bilêv kir. Her wiha balkişandina ser modela Sûriyeyek demokratîk ku dikare bibe mînakek ji bo giştî Rojhilata Navîn re. Pê re gel bi hemû ol, mezheb û etnîkên xwe dikarin bi hev re wekhev jiyan bikin û rêveberiyek xwe ava bikin.

Kampanya çawa rêve çû?

Kampanya ku hatibû destpêkirin li gorî Ronahî dibêje ne li tenê li ser asta Sûriyeyê bû, Rojhilata Navîn û cîhan jî girtibû nav xwe. Ji dehan welatan piştgirî ji bo kampanyayê hatibû raberkirin û rastî elaqeyek mezin hatibû. Ji Îraq, Beyrûd heta Misir, Belûcistan û gelek welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê jî beşdar bûn.

Kongra Star û Zenûbiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên Sûriyeyê bi hev re nameyek, têkildarî awayê Sûriyeya ku em dixwazin ava bikin û destûrek çawa were avakirin de nivîsand û ji aliyên pêwindîdar re şandin. 90 dîmen û gelek name û nivîsên piştgiriyê ji rêxistinên jinan, jinên serbixwe, rewşenbîr, siyasetmedar û hwd. hatin û 5 panêl li ser bernameya online û yek jî fîzîkî hat lidarxistin.

Dîmen û belge ji bo kê hatin şandin?

Piştî mehek têr û tijî, dîmen, name û belgeyên hatibûn hatin komkirin û ji bo aliyên pêwindîdar Netewên Yekbûyî (NY), UN, Human Rights Watch, Meclîsa Ewlehiyê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên jinan, perlemanto û aliyên din re jî hatin şandin. Ev di doza Sûriyeyê û giştî cîhanê de aliyên bibandor in.

Armanc ji kampanyayê ew bû jin rola xwe di Sûriyeya nû de bilîzin, modelek demokratîk ava bikin û bi îradeya jinan rêve bibin. Biryarên wê were girtin, piştî ku jin ji her derê û navendên biryarê hatiye dûrxistin û hêz û misyona wê bi zanebûn tê paşguhkirin.

Kampanya bi dawî bû lê piştgirî neqediya

Ronahî girîngiyê dide mijara piştgiriyê û dibêje: “Raste, kampanya bi dawî bû lê pêwîst e jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo jinên Sûriyeyê her piştgiriya xwe nîşan bidin, divê rola wan jî di guhertina siyaseta li welat de hebin. Ji ber hîn bi sedan jinên Sûriyeyê winda ne, tên qetilkirin û tecawîzkirin didome, ligel firotina jinan jî krîzê kûrtir dike û xeteriyan mezintir dide ber çavan. Bi piştgiriyê divê em bibin parçeyek ji guhertinê, çareser û rawestandina êrîşên li ser jinan.”

Pêwîstiya jinên Sûriyê bi piştgiriya me û Rojhilata Navîn û cîhanê heye

Ronahî di dawiyê de destnîşan kir ku îro ji her dem û serdemê zêdetir pêwîstiya wê bi pergalek demokratîk heye, li ser vê bingehê wê kampanya û çalakiyên wan dewam bikin. Ronahî ev agahî dan: “Heta ku Sûriyek nenavendî, pir rengî û demokratîk neyê avakirin, wê têkoşîn û xebata me raneweste. Ji bo wê jî pêwîst e jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê heta dawiyê piştgiriya jinên Sûriyê bikin, îro jinên Sûriyê jî heta ku mafê xwe yê destûrî, civakî, siyasî û çandî bi dest bixe, pêwîstiya wê bi piştgiriya me hemûyan heye.”