Ji Platforma Jinan a Şahmaranê bertekên îşkenceyê: Têkoşîna me wê bidome

Platforma Jinan a Şahmaranê, têkildarî îşkenceya cendirmeyan a li Marînê daxuyanî da û got: "Heta ku ev kiryarên îşkence û tacîzê di zûtirîn demê de ji kar bên derxistin û bên girtin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Mêrdîn- Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê têkildarî tacîz û îşkenceya leşkeran di 9'ê tîrmehê de li xelkê gundê Marînê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve kirin, daxuyanî da. Platformê li Parka Karayollari daxuyanî da û pankarta "Em ê destûrê nedin tacîz, tecawiz û îşkenceya bi destê hêzên dewletê ku ji xwe re dikin polîtîka" hat vekirin. 

Gulîzar Îpek li ser navê Platformê metna daxuyaniyê xwend. 

‘Fatûreya şer ya herî giran li jin û zarokan tê birîn’

Gulîzarê destnîşan kir ku li bajarên bakurê Kurdistanê her ku diçe îşkence û sûcên li dijî mirovahiyê bi destê polîsan û leşkeran her ku diçe zêde dibin û got: "Di encama neçareserkirina pirsgirêka kurd de, di van 8 salên dawî de hed û hesabê sûcên li dijî mirovahiyê û sûcê şer ku tê kirin tune ye. Fatûreya şer ya herî giran li jin û zarokan tê birîn. Mêtingerî, şer, rant, îmha, înkar, asîmîlasyon, bênasname hiştin, bêbîr hiştin ku di bin navê şerê taybet de tên kirin, rojek jî ji Kurdistanê kêm nebûne. Li Kurdistanê rêbaza salên 90'î tê birêvebirin û herî zêde jî ev şer li ser jinan tê kirin." 

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

 Gulîzar Îpek anî ziman ku îşkence li Kurdistanê bûye rewşek rûtîn û got: "Leşkeran bi ser gundê Marînê de girt û jin û zarok bi heqaret, tacîz û gefên leşkeran ve rû bi rû man. Divê ku Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê demildest der barê wan leşkeran de lêpirsîn bide destpêkirin û biryara girtinê derxe. Divê ew li ser wezîfeyê neyên hiştin. Em ê li pêşberî darazê hesab ji hemû faîlên tacîz, tecawiz, tundî û îşkenceyê bixwazin. Heta ku ev îşkencekar û tacîzkar bên girtin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê qet destûr nedin ku li welatê me tacîz, tecawiz û îşkence were rewakirin." 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.