Ji pêkhateyê Hesekê daxwaza hevpar: Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan
Di çalakiya girseyî ya ku li Hesekê hat lidarxistin de, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Hesekê – Kongra Star a kantona Hesekê, bi dirûşmeya “Bi rihê komunîzmê û civakek demokratîk, em ê bi Rêber Apo re azad bijîn” meşek girseyî li dar xist û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Bi sedan jin ji bajarê Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Kampa Serêkaniyê û Waşokanî beşdarî meşê bûn.
Meş li çarxerêya Kevokê ya li Til Hecerê destpê kir, li di kolana sereke ya Miftî berdewam kir û li çarxerêya Şehîd Serhed veguherî mitîngek.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî axivî. Xalîde Botî diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî û civaka demokratîk şer veguherandiye qonaxek aştiyê û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker hîn jî tu gavek ber bi aştî an azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve neavêtiye. Em bawer dikin ku bê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, aştî nabe.”
Xalîde da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinan di tekoşîn û biryardanê de wekî hevkarên rastîn bi cîh kiriye û wiha got: “Îro ji jinan tê xwestin ku vê bîrdoziyê ji hewildanên tecrîd û marjînalîzekirinê biparêzin û ji bo bicîhanîna wê ya di sazî û civakê de bixebitin û tekoşînê bilindtir bikin.”
‘Pêwîstiya pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan heye’
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Holê Bedriya Mihemed jî balkişand ser girîngiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bedriya Mihemed diyar kir ku bidestxistina azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê ber bi avakirina aştî û demokrasiyê li Tirkiye û herêmê ve gaveke dîrokî be û wiha got: “Pêwîstiya pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan heye. Ji hemû jinan û kesayetên welatparêz tê xwestin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin.“