Ji Konferansa Jinan banga avakirina tevgera femînîst a navnetewî ya jinên ciwan
Koordînatorên ji parzemînan tekez kirin ku pêwîste hevkarî di navbera jinên beşdar di 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de were zêdekirin ji bo destnîşankirina pirsgirêkên herî girîng û danîna stratejiyek rast.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Koordînatorên ji parzemînan ên ku beşdarî 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku di roja xwe ya pêncemîn de bi rûniştina destpêkê dest pê kir, banga avakirina tevgereke femînîst a navneteweyî ya ciwan kirin.
Koordînatorên ji parzemînan di duyemîn rûniştina destpêkê de tekezî li ser giringiya xebata ji bo afirandina nifşekî bawermend bi mafên jinan kirin da ku di çarçoveya wekheviya tam û dadmendiya civakî de parastina wan bike û diyar kirin ku ew ê têkoşîna li dijî pergala baviksalarî berdewam bikin.
Banga avakirina nifşek nû ya li dijî pergala baviksalar û kapîtalîst
Koordînatoran eşkere kirin ku divê li dijî sîstemên baviksalarî û kapîtalîst bi afirandina nifşekî jin û mêrên ciwan ên lihevhatî, azad û xwedî zanebûn têbikoşin.
Li ser rêyên pêşxistina hevkariyê ya di navbera jinên parzemînan de ji bo teşhîskirina rewşa jinan li her welat û parzemînê û destnîşankirina pirsgirêkên herî girîng û karkirina li ser çareserkirina wan a li ser rêya stratejiyek rast, guftugo hat kirin.
“Pêwistî bi xurtkirina xebatên jinên ciwan heye”
koordînatoran rastiya trajîk a jin û jinên ciwan ên li Filistîn, Sûriye, Iraq, Bakurê Afrîka, Srî Lanka, Hindistan û hwd anîn ziman û diyar kirin ku nabe ku rewş wekî xwe berdewam bike. Her wiha koordînatorên ciwan rastiya keçên welatên xwe pêşkêş kirin.
Çalakvana ciwan a Elman Ana Sîşmet ji ajansa me re axivî û got ku wê pirsgirêk û azarên jinên ciwan ên li welatê xwe pêşkêş kirin û rewşa jinên ciwan li hemû cîhanê guhdarî kir û wiha anî ziman: “Pirsgirêk heman in. Ez banga avakirina tevgereke jinên ciwan ên navneteweyî bi pêşengiya keçan dikim da ku fikar û daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên ciwan pêwîstî bi xurtkirina xebatên curbecur û teşxîskirina rewşa jinên ciwan ên li hemû herêman heye.”
“Divê çareseriyên radîkal bên pêşxistin”
Koordînatora Tûnisî Îman El-Kehlawî bal kişand li ser pirsgirêk û astengiyên ku jinên ciwan pê re rû bi rû ne û ji zarokatiya wan ve li pêşiya wan bûne asteng û diyar kir ku divê li dijî pergala kapîtalîst têkoşîn bê kirin.
Endama Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rolav Şêxo da zanîn ku nîqaşên ku di rûniştinê de hatin kirin gelek dewlemend bûn û gelek pirsgirêk û êşên jinên ciwan hatin vegotin û wiha anî ziman: “Di nîqaşan de derket holê ku gelek pirsgirêk û arîşeyên bêçareser ên ku jin tûşî wan dibin hene. Yek ji pirsgirêkên hevpar ên ku jin bi taybetî jinên ciwan pê diêşin, îstîsmarkirina wan, sînordarkirina îradeya wan a guhertinê û biçûkxistina wan a di nava civakan de ye. Divê çareseriyên radîkal ên ku ji hemû jinên cîhanê re, jinên ciwan jî di nav de ye, bên pêşxistin.”