Navenda Nûçeyan – Komeleya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê xwest ku cezayê darvekirinê yê li Werîşe, Pexşan û Şerîfe hatî birîn, bên rawestandin.
Daxuyaniya nivîskara wiha ye, “Ji serdema rejîma şoreşa Îranê ve, rejîm cenazeyan dişîne gorên bê navnîşan û ev cezayê tirsnak hîn jî ranewestiyaye. Em banga rawestandina cezayên darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatî birîn dikin. Pexşan, Werîşe û Şerîfe li dadgehek ne dadperwerane hatin dadgehkirin û ji mafên xwe bê par hatin hiştin.”




