Ji jinên sosyalîst ên girtî peyam: Dê berxwedan bidome

Endamên SKM'ê Denîz Aktaş û Ebru Yîgît ên di bin çavan de rastî lêgerîna tazî hatin, di peyama ku bi rêya parêzerên xwe şandin de gotin, "Em jin dê bi îşkenceya zayendî netirsin."

Navenda Nûçeyan - Li Taxa Gaziyê di şeva 18’ê Tebaxê de 4 kesên ku di nav wan de endamên Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Deniz Aktaş û Ebru Yîgît jî hebû, di mala xwe de hatin binçavkirin û wan birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Hate hînbûn ku 4 kesên hatin binçavkirin 24 saetan bi parêzeran re hatin astengkirin, li hawîrdora ku polîsên mêr lê bûn lêgerîna tazî li wan hat kirin û bêyî kamera li malê lêgerîn hatiye kirin.

"Em ê bi ser bikevin"

Ebru Yîgît bal kişand ser "îşkenceya lêgerîna tazî" ya li wan hatiye kirin û bi rêya parêzerên ku piştî qedexeya derketina derve hat rakirin peyam şand. Ebru Yîgît got: “Ew ê nikaribin jinan li malê, li kolanan û ne jî li girtîgehê bi îşkenceya zayendî bitirsînin. Tevî binçavkirin, zext û komployan jî em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezin bikin. Em ê bi ser bikevin."

"Îşkenceya lêgerîna tazî hat kirin"

Denîz Aktaş di peyama xwe de diyar kir ku di nava hefteyekê de cara duyemîn li Şaxa TEM'ê ya Stenbolê rastî îşkenceya tazî hatiye û wiha got: "Em weke sosyalîst dîsa bi êrîşên binçavkirinê re rû bi rû ne. Li Şaxa TEM'ê ya Stenbolê di nava hefteyekê de cara duyemîn e îşkenceya lêgerîna tazî hat kirin. Li dijî hemû zextên faşîst, îşkenceya zayendî û komployan dê berxwedan bidome."