Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, tenê meha Tîrmehê 100 kes hatin darvekirin; ev yek li gorî heman meha sala derbasbûyî tê wateya ku du qat zêdetir bûye.
Di nava kesên hatin darvekirin de gelek jin, koçberên ji Efganistanê, mirovên Belûc, Kurd û Ereb hebûn.
Berdevka NY'yê Ravina Shamdasani anî ziman ku li Îranê darvekirin weke 'amûreke tepisandina muxalefetê' tê bikaranîn û bi taybetî mirovên ji komên cuda yên etnîkî û koçber hedef têne girtin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku xeteriya înfazê li ser 11 mehkûman heye. Yek ji wan bi hinceta endametiya Rêxistina Mucahîtên Gel (MEK) bi sûcdariya 'raperîna bi çekdarî', pênc jî ji ber dozên têkildarî çalakiyên şermezarkirinê yên sala 2022'an bi darvekirinê hatin mehkûmkirin.




