Navenda Nûçeyan – Pirtûk bi kurdî hatiye amadekirin û ji 112 rûpelan pêk tê ku ji nav Weşanxaneya Aramê ve derçûye. Di pirtûkê de çîrokên bi destê jinên girtî, di bin şert û mercên giran ên zindanê de bi destnivîsa wan hatine nivîsandin hene. Taybetmendiya herî balkêş a vê pirtûkê ew e ku jinên girtî tevî hemû zehmetiyan bi hev re xebateke hevpar birêve birine û wekî berhem gihandine ber deste xwîneran.
Amadekarî û berhevkirina pirtûkê ji aliyê rojnameger û nivîskar Roza Metîna ve hatiye kirin. Edîtoriya wê jî ji aliyê nivîskar Enîse Şîrin û Roza Metîna ve bi hev re hatiye kirin. Pirtûk bi hevkariya Komîteya Jinan a PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê hat çapkirin.
Jinên ku çîrokên wan di pirtûkê de cih digirin: Besê Ozer “Şiyar”, Fatma Ozbay “Mirî Birîndar Nabin”, Xanim Yildirim “Xezal û Av”, Leyla Saraç “Zerya-Karwanê Meytan”, Medya Yaklav “Mişkê”, Melîke Kaya “Welatek”, Mizgîn Ronak “Çîroka Duyem”, Mulkiye Dogan “Hespên Hêviyê”, Necla Yildiz “Rêwîtî” û Suheyla Taş “Ji Xweliyê” di pirtûkê de hatine weşandin.
Di roja îmzeyê de pirtûk ji aliyê yek nivîskara wê Mizgîn Ronak û nivîskar û hevseroka Pena Kurd Rojbîn Perîşan, siyasetmedar Saliha Aydeniz û Gülser Yıldırım ve tê îmzekirin. Moderatoreya vê bernameyê jî Roza Metîna dike.
Amadekaran hemû pirtûkhezan û jinan vexwendin roja îmzeyê.
Bernameya roja îmzeyê:
- Dîrok: 15’ê Mijdara 2025’an, Şemî
- Seat: 14:00
- Cih: ÇandAmed (Navenda Çandê ya Sezai Karakoç) Qata 4’an




