Ji bo Jîna Emînî li bajarên Kurdistanê greva giştî destpê kir
Li dijî qetilkirina Jîna Emînî li piraniya bajarên Kurdistanê greva giştî dest pê kir. Li gor wêneyên hatine belavkirin, bajarên Pîranşar, Mehabad, Sine, Saqiz û Şino jî ketine grevê.

Navenda Nûçeyan – Li ser bangawaziya partî, rêxistinên siyasî û sivîl ên Kurdistanî, li dijî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Kurdistanê grevên giştî dest pê kir. Li bajarên Sine, Saqiz, Şino, Pîranşar û Mehabadê grev dest pê kir û gelê Kurd bi girtina dikanên xwe û nexebitîna li bazarê nerazîbûna xwe nîşan da.
Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarên Kurdistan û Îranê xwepêşandanên girseyî hat lidarxistin. Bi ragihandina bangewaziya partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û siyasî yên Kurdistanî yên der barê qetilkirina Jîna Emînî de, gelê Kurdistanê û Îranê ji bo pêşî li kuştin û sûcên dewletê bigire, dest bi greva giştî kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di bangewaziyê de ji bilî qetilkitina Jîna Emînî, behsa Şilêr Resûlî jî hate kirin û ji hemû pêkhateyên Kurdistanê, rêxistinên sivîl û çalakvanên mafên mirovan hate xwestin ku beşdarî grev û xwepêşandanan bibin û rê li ber derewan bigirin.