Ji bo înfaza cezayê qamçiyê bangî Ezam Ahukalander kirin

Ezam Ahu Kalandar a ku di yekemîn salvegera serhildanên 'Jin Jiyan Azadî' de hatibû girtin û piştre bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, ji bo 30 qamçiyên ku lê hatibû birîn ji aliyê dozgeriyê ve hat vexwendin.

Ji bo înfaza cezayê qamçiyê bangî Ezam Ahukalander kirin

Navenda Nûçeyan – Ezam Ahu Kalander ku di yekemîn salvegera serhildanên “Jin Jiyan Azadî” yên di 16ê Îlona 2022’an de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn, hatibû girtin û piştre bi kefalet hat berdan, ji bo cezayê 30 qamçiyan lê hatibû birîn, Şaxa 5’an a Serdozgeriya Ferdizê ji bo înfazê bangî wê kir.

Di destpêka Kanûna Pêşîn a sala 2024’an de, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi 6 sal û 2 meh zindanê hat mehkûmkirin bi tawana "avakirina komeke bi mebesta pêşengiya hewldanên têkbirina ewlehiyê", ligel cezayên zêde weke du sal qedexekirina derketina derveyî welat û sînordarkirina çalakiyên wî yên medyaya dîjîtal.

Di doza nû ya ku ji aliyê Dadger Emîr Hacîpûr Şûştarî ve ji aliyê Şaxa 103’yem a Dadgeha Cezayê Giran a Ferdîzê ve hat vekirin de, bi îdiaya "Ji bo kirina sûc çêkirine amûran" 3 meh cezayê girtîgehê û 30 qamçiyan dan Azam Ahu Kalandar. 3 meh cezayê girtîgehê piştre veguherî 1,5 milyon tumen cezayê pere.

Ezam Ahu Kalander ji bo înfaza ceza divê di nava 10 rojan de serî li Şaxa 5’emîn a Serdozgeriya Komarê ya Ferdizê bide.