Ji bo girtiya nexwes Ozge Ozbek banga berdane hat kirin
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, daxwaza berdana Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin kir.
Navenda Nûçeyan- Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 427’emîn de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev..Hevseroka ÎHD'a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin.
‘Ozge Ozbek nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne’
Sevîl Turgut destnîşan kir ku 6 sal û 3 meh ceza li Ozge Ozbek hatiye birîn û beriya bê girtin li Amedê wek karmendek dewletê dixebitî. Sevîl Turgut da zanîn ku ûr di serê Ozge Ozbek de ye û li gel rapora wê ku nexweşxaneyê daye wê “nikare di hefsê de bimîne” jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora wê qebûl nake û berdana wê asteng dike. Sevîl Turgut diyar kir ku Ozbek nikare pêdiviyên xwe rojane bi cih bîne û mafên wê tên binpêkirin. Sevîl Turgut got tedawiya Ozge Ozbek nayê kirin û xwest ji bo tedawiya wê bê kirin demildest bê berdan.