‘Ji ber êrîşan metirsî li ser jiyana zarokên Kurdistanê heye’
Zarokên Binarê Qendîl diyar kirin ku ji ber erîşên dewleta Tirk zarok ji mafê xwe yê xwendinê bê par dimînin û metirsî li ser jiyan û pêşeroja wan heye.
Navenda Nûçeyan – Îro Zarokên gundê Elîyereş yê Binarê Qendîlê derbarê êriş, komkûjî û qetilkirina zarokan yên ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve, daxuyaniyek dan.
Daxuyaniya zarokan ji aliyê Geşe Azad ve hate xwendin û wiha hate gotin: “Rojane zarokên gelê Kurd ji aliyê dijminên gelê Kurd ve tên şehîdxistin, ji ber êrîşên ji mafê xwe yên çûyîna dibîstanê bê par dimînin û nikarin li mal û kolanan azad bileyîzin. Em piştgirya xwe ya ji bo zarokên Kurdistanê diyar dikin. Niha ji ber êrîşan metirsî li ser jiyan û pêşeroja zarokan heye, em daxwaza azadiya zarokan dikin.”