Heyeta Îmraliyê: Divê kes guh nede parvekirinên bê bingeh
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî parvekirinên li ser medya dîjîtal û hin saziyên çapemeniyê yên bi sernavê 'notên hevdîtinê' daxuyaniyek da û ji her kesî xwest, ku guh nede van parvekirinan.
Navenda Nûçeyan – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî parvekirinên li ser medya dîjîtal û hin saziyên çapemeniyê yên bi sernavê ‘notên hevdîtinê’ daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî de ev tişt hate gotin: “Me pêwîstî pê dît ku têkildarî naverokên bi sernavê 'notên hevdîtinê' raya giştî agahdar bikin, ku rojên dawî di hin saziyên çapemeniyê û medya dîjîtal de hatin parvekirin û hate îdîakirin ku yên Birêz Abdullah Ocalan e.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Weke ku me beriya niha gelek caran anîn ziman; di metnên navborî de bêyî ku bi belgeyeke orjînal ve bê girêdan, hin gotin li ser hin kes an jî derdoran têne zêdekirin û bi vî rengî nêrînên Birêz Ocalan berevajî têne nîşandan. Em dixwazin bibêjin ku hewldanên bi vî rengî zerarê dide zemîna diyalog û çareseriyê.
‘ divê kes guh nede agahiyên naspêre cihê fermî ’
Em careke din bi rengekî eşkere destnîşan dikin: Ji bilî belgeyeke ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê, endamên malbatê û parêzerên bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin divê kes guh nede belge, not an jî agahiyekê ku xwe naspêre zemîna cihê baweriyê, piştrastkirî û fermî.
Ji bo pêvajoya çareseriyê û dewamiya diyalogê ya bi rengekî çêker, gelekî girîng e ku raya giştî li hemberî naverokên bi vî rengî hişyar û baldar be. Em careke din destnîşan dikin ku divê hemû alî di vê mijarê de hesas û bi berpirsyarane tevbigerin.”