Aktîvîst Sewsen Şoman bi peyamekê piştgirî da YPJ’ê

Aktîvîst Sewsen Şoman bi peyamekê piştgirî da Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li Rojava. Di peyamê de tekez kir ku ezmûna YPJ’ê, hêza jinan îspat kir ku wan di parastina ax û rûmeta mirovan de rolên girîng lîstin.

Navenda Nûçeyan – Di siya nîqaşên li ser rola jinan di parastin û berxwedanê de, piştgiriya jinan ya herêmî û derveyî herêmê ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) herku diçe zêde dibe. Gelek jinan ji bo piştgiriya YPJ’ê peyam şandin.

‘Têkoşîna YPJ’ê modeleke gerdûnî ye’

Di çarçoveya kampanyaya piştgirî û peyaman de, aktivîsta mafên mirovan a Lubnanî û Endama Înîsiyatîfa NÛN ya ji bo Azadiya Ocalan û Aktîvst Sewsen Şoman, peyamek a piştevaniyê ji şervanên jin YPJ’ê re şand û tekez kir ku têkoşîna wan di rûbirûbûna tundrewî û tundiyê de  modelek gerdûnî ye.

Peyam wiha ye:

“Ez, Sewsen Şoman ji Lubnana birîndar, piştevaniya xwe bi têkoşîn û berxwedana şervanên jin ên di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de radigihîn im. Van şervanên ku di rû bi rûbûna terorê û parastina rûmeta mirovan û azadiya civakan de fedakariyên mezin kirine.

Van yekîneyan bi ezmûna xwe îspat kirin ku parastina ax û azadiyê ne tenê qada yek zayendê ye, maf û berpirsiyariyek hevpar e. Hewldana dûrxistina jinan ji vê rolê, an jî înkarkirina mafê wan ê beşdarbûna di saziyên fermî de, paşveçûnek xeternak ji prensîbên edalet û wekheviyê pêk tîne ku gelên herêmê ji bo wan têkoşiyane.

Naskirina rola YPJ’ê naskirina têkoşîna jinan li dijî tundrewiyê ye’

Ez piştgiriya ji bo mafê jinan her wiha,  ji bo beşdarbûna di hemû qadên jiyanê de, di nav de parastin jî, diyar dikim. Ez piştrast dikim ku naskirina rola Yekîneyên Parastina Jin tê wateya naskirina têkoşîna jinan li dijî tundî, tundrewî û mafê wan ê diyarkirina çarenûsê ye.

Ez bang li hemû rêxistinên Jinan, Mafên Mirovan, akademîsyen û her wiha kesayetên ku ji bo azdiyê têdikoşin dikim ku  li kêleka vê doza mafdar bisekinin û dengê xwe bilind bikin da ku beşdariya tevahî û wekhev a jinan di hemû saziyên civakê de mîsoger bikin.

Hemû piştgiriya xwe bi şervanên YPJ’ê re radigihînim û bijî têkoşîna jinan ya ji bo azadî û rûmetê.”