‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Li Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ), bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê daxuyanî hate dayîn.
Şengal – Li Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) li Geliyê Kersê li ber Meclîsa Gel a Şengalê bi boneya salvegera 28’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya di navbera hikumeta wê demê ya Iraqê û Hewlêrê ya li ser tinekirina destkeftiyên Şengalê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Akademiya zanistên civakî ya Abdullah Ocalan ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin û wiha hate gotin: “Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliyê hêzên hegemonîk ve dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo berdewam kir, armanc dikir ku gelên bindest û îradeya wan tine bike. Di şexsê Rêber Apo de hemû civaka Rojhilata Navîn hedef hatibû girtin. Lê belê bi sekn û helwesta Rêber Apo ev plan vala hat derxistin, bi fikir û felsefeya Rêber Apo re gelê me hat parastin û rêxistinkirin. Bêguman bi temamî vala derxistina vê komployê bi fîzîkî azadiya Rêber Apo pêkane. Bi vê munasebetê em diyar dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, wê tekoşîna me berdewam be.”
‘Em bi xeta Rêber Apo bûn xwedî rêxistin û îrade’
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku civaka Êzidî ya Şengalê bi xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn xwedî rêxistin û îrade: “Di dema fermanê de dema ku hemû kes me bi tenê hiştin, gerîlayên azadiyê bi hawara me ve hatin. Zarokên me yên ku vê demê xwe rêxistin kirin, gel û çiyayên me yên ku bibû stargeha bi sedhezaran Êzidiyan li hemberî êrişên çeteyan parastin.”
‘Jin û ciwanên Êzidî bi sekn û berxwedana xwe rê li ber vê planê girtin’
Di daxuyaniya ku peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya li dijî Şengalê jî hate şermezar kirin de wiha berdewam kir: “Di demeke ku civaka Êzidî zêdetir ji şeş salan li ber xwe dabû û parastina xwe kiribû de, di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera hikûmeta navendî ya wê demê ya Kazimî û Hewlêrê de li ser Şengalê peymanek hate çêkirin. Dîroka 9’ê Cotmehê bi zanebûn hatibû diyarkirin. Xwestin komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo, li hember civaka Êzidî dubare bikin. Lê çawa ku gelê me li dijî komploya li ser Rêber Apo sekinî, bi heman rengî li dijî komploya li ser civaka Êzidî jî sekinîn û ev peyman red kirin. Her çend hikûmeta Kazimî dixwest bi vê peymanê îradeya gel tine bike jî, jin û ciwanên Êzidî bi sekin û berxwedana xwe rê li ber vê planê girtin.”
‘Divê mafê parastin û xwerêvebirina civaka Êzidî were naskirin’
Gelê Şengalê, di daxuyaniya xwe de balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, derfet hatin avakirin ku pirsgirêk bi riyên demokratîk bên çareser kirin. Di roja me ya îro de deriyên ku di navbera me û hikumeta Iraqê de hatine vekirin û destpêkirina pêvajoya entegrasyona demokratîk derfetên çareseriya pirsgirêka civaka Ezidî avakiriye û em dixwazin ev deriyên çareseriyê bên bihêz kirin. Ji bo vê jî divê mafê parastin û xwerêvebirina civaka Êzidî were naskirin. Çiyayên ku heta niha bûye stargeh û hêlîna civaka Êzidî, divê nebe mijarên ti peymanan û dibin navê çareseriyê de nabe ku tu hêz xwe li ser çiyayê me ferz bike.”
‘Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin’
Di dawiya daxuyaniyê de soza xwedî derketina destkeftiyan hate dayîn: “Em weke gelê Şengalê soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Çawa ku me di salên borî de bi her awayî li ber xwe da û xwe parast, îro jî heta ku mafên me yên rewa bên naskirin, em ê bi awayekî siyasî û civakî parastina destkeftiyên xwe bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Aştî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bimirin Komploger” dawî bû.
https://www.youtube.com/watch?v=UhnGhdl8b5A